Dewleta Tirk a dagirker girên dîrokî yên Efrînê wêran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dermirovî li Efrîna dagirkirî berdewam dikin. Hêzên dagirker bi armanca veşartina dîroka herêmê û dizîna şûnwaran, girên dîrokî wêran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker girên dîrokî yên Efrînê wêran dike
16 îlon, 2020   09:32
ŞEHBA

Li gorî agahî û wêneyên ku ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê gihaştine ajansa me, dewleta Tirk a dagirker di sûcên xwe yên xerabkirina girê şûnwarî yê gundê Celemê de berdewam dike.

Li gorî agahiyan, faşîzma Tirk dixwaze piştî wêraniya gir, baregeheke xwe li heman cihî çêke.

Girê Celemê yê li başûrê gund, yek ji girên dîrokî yên herêma Efrînê ye.

(oh)

ANHA