ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 09-2020`AN
14 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Qamişlo di çarçoveya pêngavê "Bes e dagirkirî..dema dema şoreşê ye" meşekê li dar dixe, saet 11:00'an.

-Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-JİN) Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe li bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 09:00'an.

-Kongreya Star a herêma Efrînê konferansa xwe ya sêyemîn li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar dixe, saet 09:00'an.

Tevgera Civaka Demokratîk ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê meşekê li taxa Şêxmeqsûd li dar dixe, saet 19:00'an.

-Tevgera Mezopotamiya ya Çand  û Hunera Demokratîk û Tevgera Kevana Zêrîn ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê çalakiyeke hunerê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundên navçeya Şêrawayê topbarana bênavber a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser malên wan şermezar kirin û diyar kirin ku faşîzma Tirk dixwaze herêmê vala bikin, lê ew ji cih û warê xwe dernakevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûnerê êla Şerabîn a li kantonê Hesekê artêşa Tirk û hikumeta Şamê bi birekê wesif kir, ji ber ji her du aliyan ve dixwe û ji her aliyek xwedî armanc û planên dagirkeriyê ne, ji bo ewlehiya herêmê têk bibin û fitneyan di navbera gel de derxînin ajan ji derve şandin herêmê. Nûner piştrast kir ku baweriya eşîrên ereban bi Rêveberiya Xweser heye û deriyê wan ji diyalogan re vekiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ruxmî dijwariya şerên şervanan ên li dijî DAIŞ`ê li eniyên Kobanê, lê eniya bijîşkan a herî zêde gur bû da ku jiyana parêzvanên bajêr xilas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Talet Yunis diyar kir ku dewleta Tirk axa Sûriyê qut dike û tev li Tirkiyê dike. Ruxmî wê jî hikumeta Şamê tu helwestî nîşanî vê yekê nade. Yunis îşaret pê kir ku ferzkirina lîreya Tirkiyê li şûna ya Sûriyê li herêmên dagirkirî îsbata qutkirina axa Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hinek siyasetmedarên bajarê Helebê diyar kirin ku yekane çareserî ji bo dirêjnekirina aloziya Sûriyê hevgirtin û rûniştina li ser maseya diyalogên qebûlkirina hemû aliyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakvanên siyasî û hiqûqî yên herêma Efrînê bang li Komîteya Têkoşîna li dijî Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku erka xwe li hemberî dîlgirtiyên Îmraliyê bîne cih û destnîşan kirin ku dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî qanûn û mafên girtiyan binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevseroka Tevgera Azad ya bajarê Silêmanî Şehên Mihemed got: "PDK hewl dide rola jinan di civakê de tune bike. Ji ber siyasetên PDK'ê gel li dijî îxanet û gendeliyê rabû." (BI WÊNE).

- Serokê PADÊ'ê Omer Salih got: "Divê îradeya êzidiyan biryara çarenûsa Şengalê bide, vegera Şengalê a li rewşa beriya 2014'an nayê qebûlkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Dayikên gerîlayan û jinên navçeya Dêrikê banga yekitiya netewî kirin û got: "Divê hikumeta başûrê Kurdistanê li xwe vegere û dest ji werîsê îxanetê berde." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li bajarê Minbicê tevgera avahîsaziyê geş bûye. Sedema vê yekê ewlehî û aramiyê li bajarê peyda bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Nivîskar û helbestvanê Kurd ê navdar Xelîl Kalo li ber destê Osman Sebrî hînî zimanê Kurdî kuurdî bû, bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk anî. Gelek gotarên wê yên siyasî û wêjehî hene. Bi destpêkêa şoreşa Rojava re berhemên xwe xist zimeta şervanên parastinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA