Li Serêkaniyê ya dagirkirî du teqîn çêbûn, kuştin û birîndar hene

Di encama 2 teqînên li naverasta bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî de kuştî û gelek birîndar hene. Her wiha li gorî agahiyên heyî, erebeyên ambulancê yên dewleta Tirk tevî yekîneyên xwînê û hejmareke ji bijîşkan derbasî bajêr bûn.

Li Serêkaniyê ya dagirkirî du teqîn çêbûn, kuştin û birîndar hene
12 îlon, 2020   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên heyî, mayînek li nêzî çerxeriya Berîd a li naverasta bajarê Serêkaniyê teqiya û di encamê de kuştî û gelek birîndar çêbûn. Her wiha piştre motorsiklêteke bombebarkirî li nêzî firna alî(otmatîk) teqiya û di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li gorî agahiyan tê piştrastkirin ku 4 erebeyên ambulance yên dewleta Tirk tevî hejmareke ji bijîşk û yekîneyên xwînê piştî her du teqînan gihaştin bajêr û birîndar veguhastin Tirkiyê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vSZVMUuF5nw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>