Gerîlayan azadiyê Kurdistanê ji bo bîranîna şehîdan çalakî kirin; 9 leşker hatin kuştin

Hêzên gerîlayên Kurdistanê di Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de ji bo bîranîna gerîlayên şehîd çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de 9 leşker hatin kuştin.

Gerîlayan azadiyê Kurdistanê ji bo bîranîna şehîdan çalakî kirin; 9 leşker hatin kuştin
12 îlon, 2020   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

 “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt hatin lidarxistin. Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

Di 9’ê Îlonê de saet di 15.15’an de hêzên YJA Starê li Girê Mûhabere yê qada Xanturê hin çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de li kozikeke dijmin a li ser gir hate xistin. Yek jê rayedar bi giştî 5 leşker hatin cezakirin, 7 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê da û piştre bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxist.

Di çarçoveya pêngava şoreşger de hêzên me di 11’ê Îlonê de saet di 08.30’an de li Girê Katosûlê ya qada Bektorya li dijî kepçeyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de kontrayê di nav kepçeyê de tevî kepçeyê îmha bû, 3 leşkerên li dorê hatin cezakirin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê da û piştre êvarî bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxist.

Ev çalakî ji bo şehîdên me yên qehreman ên di Cenga Heftanînê de hatiye lidarxistin.

Di 11’ê Tebaxê de li Girê Şehîd Berxwedan a qada Xantûrê ya Heftanînê di çalakiyê de ya li dijî dagirkeran rêhevalên me Êrîş û Akîf ên ku derbên giran li dijmin xistin, di êrîşa hewayî de şehîd bûn. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre werin eşkerekirin.

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Artêşa Tirk a dagirker di 8’ê Îlonê de saet di navbera 10.00 û 12.30’an de derdora gundê Bazê ya Metîna bomberdûman kir.

Di 12’ê Îlonê de jî saet di 09.00’an de Geliyê Keşanê yê herêma Heftanînê bomberdûman kir.

Artêşa Tirk a dagirker hefteyek berê Geliyê Bektorya, gundên Rûsê û Şûdinê, bintarên gundên Sorya, Şîlan û Şinînê yên herêma Keşanê bi helîkopter, obus û hawanan bomberdûman kir. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ket û şewat didome.”