Jinên Ciwan û Meclisa Jinan sûcên dewleta Tirk ên li dijî jin û zarokan şermezar kirin

Bi daxuyaniyekê Meclisa Jin û Meclisa Jinên Ciwan sûcên li dijî jin û zarokan şermezar kirin û soz da ku heta dengê wan bigihêje cîhanê li ber xwe bidin.

Jinên Ciwan û Meclisa Jinan sûcên dewleta Tirk ên li dijî jin û zarokan şermezar kirin
12 îlon, 2020   12:43
MINBIC

Daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Jinan a li rojvayê bajar hate xwendin. Beşdaran alên meclisê û pankartên bi nivîsên "Ka mafên zarokan, ji sûcên çeteyên Erdogan pêk tînin re ka mirovahî, em bang li cîhanê dikin mafên wan zarokan biparêzin, şoreşa bê jin bi ser nakeve" bilind kirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên wê Ibtîsam Abdulqadir bi beşdariya endamên komîte û saziyên  taybet bi jinan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Bi navê Meclisa Jinan û Meclisa Jinên Ciwan ên li Minbic û Gundewarên wê, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî pêk tînin şermezar dikin, nexasim sûcên li dijî jin û zarokan.

Sûcên komên terorîst li dijî jinan pêk tînin, ji wan qetilkirin, lêdan, îşkence û koçberkirin nîşaneya asta hovîtî û dermiroviya wan dike, li hemberî van sûcdaran civaka navneteweyî bê deng e û biryareke cidî nastîne.

Ji bo cîhan dengê me bibihîze em îro dengê xwe bilind dikin, em ê qet li hemberî sûcên van terorîstên sûcdar ên li dijî jin û zarokên li herêmên me yên dagirkirî pêk tînin bê deng nemînin.

Em baş dizanin ku tevî zor û zehmetiyên jiyanê jî, lê dîsa jî ji bo azadiya xwe û azadiya xaka xwe li ber xwe dide û tê dikoşin.

Em Melicsa Jinan û Jinên Ciwan geşedanên li derdora me çêdibin baş dizanin, ji ber vê em ê bê deng nemînin, li ber xwe bidin û ji bo azadiya jinan û jiyaneke birûmet li çareseriyê bigerin.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên li dijî jin û zarokan bînin."

Daxuyanî bi diruşmên "Na ji kuştina jin û zarokan re" û "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EJX-bKDcmv8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>