​​​​​​​Ji bo amadekirina dibistanên Hesekê gavên mezin têne avêtin

Rêveberiya Dibistanan a kantona Hesekê xebatên xwe yên valakirina dibistanên ku koçber lê dimînin û veguhestina koçberan ber bi kampa Serêkaniyê ve didomîne.

​​​​​​​Ji bo amadekirina dibistanên Hesekê gavên mezin têne avêtin
12 îlon, 2020   10:12
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-COZA ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de gelek şênî ji herêmên xwe koçber bûn. Ji ber wê Rêveberiya Xweser li gel derfetên heyî koçber di dibistanan de bi cih kir.

Rêveberiya Xweser ji ber ku dibistan têra hejmara mezin a koçberan nekir, di 1`ê Mijdara 2019`an de kampa Weşûkanî bi rûbera 600 donim, ji bo pêşwazîkirina şêniyên Serêkaniyê û gundewarên wê ava kir.

Piştî demeke kurt bi destpêkirina sala xwendinê ya 2020-2021`an re û ji ber hejmara xwendekaran zêde bû, Rêveberiya Xweser kamapeke nû li rojhilatê bajarê Hesekê ava kir. Da ku koçberên di dibistanan de bi cih bûne veguhizîne wir û dibistan ji bo xwendekaran werin amadekirin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Hesekê Azad Mehmûd destnîşan kir ku tunebûna dibistanan bi awayekî neyênî bandorê li xebatên perwerdeyê li herêmê dike û civakê bi paş dixe û wiha domand: “Heke civakê zanist winda kir wê demê edalet û zanînê jî winda dike.”

Piştî civîna di navbera Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û ji bo parastina xwendekar û kadroyên perwerdeyê ji vîrusa Koronayê, desteyê vekirina dibistanan heta 4`ê Cotmeha 2020`an bi paş de xist.

KOÇBER DI 118 DIBISTANAN DE DIMÎNIN

Piştî ku Rêveberiya Xweser Kampa Serêkaniyê ava kir, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan û Navenda Perwerdeyê ya Hesekê komîteyeke taybet ji bo valakirina dibistanan û veguhestina koçberan ji kampa nû re, ava kir. Ev yek piştî koordîneya bi Meclisa Kantonê û Meclisa Karûbarên Rêxistinan û Meclisa bajarê Serêkaniyê re pêk hat.

Komîteyê beşa yekê ya koçberan di 8`ê Tebaxê de veguhest. Xebatên komîteyê heta valakirina tevahiya dibistanan berdewam in û armanca wê ya bingehîn meşandina perwerdeyê ye.

Di heman çarçoveyê de Azad Mehmûd diyar kir ku xebatên valakirina dibistanên bajar berdewam in, nexasim ên li ser eniyên şer û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di qonaxa yekemîn de lîsteya navên dibistanên ku herî zêde pêwîst e perwerde lê were dayîn hate amadekirin. Li bajarê Hesekê 26 dibistan û li navçeya Til Temirê 4 dibistan ji koçberan têne valakirin.

Li Hesekê hejmara dibistanên ji koçberan re hatine veqetandin 81 dibistan in, li Til Temirê jî 37 dibistan, hejmara giştî ya dibistanên ku koçber lê dimînin, 118 ye.

PIŞTÎ VALAKIRINA DIBISTANAN TEDBÎRÊN PÊWÎST DÊ WERIN GIRTIN

Piştî valakirina dibistanan dê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a kantonê, dibistanan sererast bike, ji bo xwendinê amade bike, pêwîstiyên wekî daniştek û pêwîstiyên perwerdê peyda bike. Bi vî awayî dê sala xwendinê ya nû pêşwazî bike.

Vîrusa Korona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berbelav bûye û bi sedan kes li tevahiya herêmê pê ketine, ji ber wê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a kantona Hesekê ji bo meşandina xebatên perwerdeyê, li gorî derfetan gelek tedbîr girtin.

Azad Mehmûd da zanîn ku Rêveberiya Giştî ya Dibistanan dê dibistan û holên xwendinê dezenfekte bike û bi rêya dewreyan mamosteyan amade bike.

Ji bo di her holekê de hejmara xwendekaran kêm be, rêveberiyê ji bo tevahî dibistanan û qonaxên wê di her refekî de 15 xwendekaran bihêle û ligel wê jî tedbîrên parastinê hebe.

Rêveberiyê di çarçoveya girtina tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê de, di hefteyê de 3 roj ji her asteke xwendinê re veqetand. Her wiha saetên dayîna waneyan kêm kir. Li gel wê jî di her tax û komînekê de komîteyek ava kir da ku bi şêniyan re mekanîzmeya perwerdê ya ku dimeşîne nîqaş bike, ku zarokan bişînin dibistanê.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a kantona Hesekê Azad Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li tevaya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî karûbarên zarokan û perwerdê kir ku alîkariya lojistîkî ji dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş bikin.

(şx-eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PDy52JA0tRA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>