Koalîsyona Erebî navendên çêkirina moşek û balafirên bêmirovî yên Hûsiyan hedef girt

Koalîsyona Erebî li Yemenê  navendên çêkirin û komkirina moşekên Balîstî û çêkirina balafirên bêmirovî yên girêdayî komên Hûsî hedef girtin.

Koalîsyona Erebî navendên çêkirina moşek û balafirên bêmirovî yên Hûsiyan hedef girt
12 îlon, 2020   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Koalîsyona Erebî li Yemenê, berbanga vê sibehê dayîreyên endizyarî yên leşkerî li herêma Sewan li rojhilatê bajarê Senna bombebaran kirin.

Şahîdên bûyerê ragihandin ku balafirên Koalîsyona Erebî bi awayekî yekser navendên çêkirin û komkirina moşekên Balîstî û çêkirina balafirên bêmirovî yên komên Hûsî hedef girtin.

Hêzên Artîşa Yemenê, roja înê navenda fermandariya peywendiyan ya Eniya El-Nidod rojhilatê bajarê El-Hezim û navenda parêzgeha El-Cûf bakurê welêt kontorl kir.

(oh)