El-Aryanî bang kir:Li hemberî Îran û hûsiyan destekê bidin Yemenê

Wezîrê Çapemeniyê yê Yemenê Muemer El-Aryanî bang li civaka navneteweyî kir ku piştigiriya gelê Yemenê û hikumeta wî li hemberî komên Hûsyan ên alîgirên Îranê bike.

El-Aryanî bang kir:Li hemberî Îran û hûsiyan destekê bidin Yemenê
12 îlon, 2020   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Çapemeniyê  yê Yemenê Muemer El-Aryanî duh êvarê di civîneke çapemeniyê de cîhan ji leşkerkirina komên Hûsiyan (alîgirên Îranê) bi deh hezaran zarokan û hewldanên wê ji bo avakirina nifşeke terorîst hişyar kir û destnîşan kir ku ev yek ne tenê li Yemenê dê li tevahiya cîhanê xetere be.

El-Aryanî wiha domand: “Di salvegera êrişên 11`ê Îlonê de divê cîhan ji her demê bêtir vê xeteriya komên tundraw paşguh neke. Pêwîst e bi hev re vê terorê tune bikin û jêderên wê yên siyasî, fikrî û fînansî zûha bikin û ewlehiya navneteweyî xurt bikin.”

(şx)