Wezîrê Çapemeniya Behreynê: Peymana aştiyê ya bi Îsraîlê re misogeriya aştiyê ye

Wezîrê Karûbarên Çapemeniya Behreynê Elî Bin Mihmed El-Rimêhî duh diyar kir ku  ragihandina piştgiriya ji aştiya di navbera Behreyn û dewleta Îsraîlê de gaveke dîrokî ye û ji bo misogeriya aştiya li herêma Deryaya Spî girîng e.

Wezîrê Çapemeniya Behreynê: Peymana aştiyê ya bi Îsraîlê re misogeriya aştiyê ye
12 îlon, 2020   08:32
NAVEND NÛÇEYAN

Wezîr di daxuyaniyên ji ajansa nûçeyan a Bahreynê re daxuyand ku peymana di navbera Bahreyn û Îsraîlê de gaveke li gorî pêvajoyê rasteqînî ye û  li gorî însiyatîfa erebî destekê dide dawîkirina rageşiya Filistînê-Îsraîlê.

Wezîr bal kişand ser helwesta Memleketa Behreyn a domdar û sabit a li hemberî mafên gelê Filistînê, ku mafên wê ji di radeya pêşîn de tê û girîng e ku mafên xwe yên rewa bi dest bixîne.

Wezîr Elî Bin Mihmed El-Rimêhî daxuyand ku ragihandina Behreynê ji piştgiriya aştiya bi Îsraîlê re nûnertiya karekî dewletên navneteweyî yên ji Memleketê re dike, da ku çanda aştiyê û jiyana biewle li cîhanê berbelav bibe.

 (eh)