Balafireke nenas li asmanê Idlibê geriya û hêzên hikumetê êrişên xwe dijwartir kir

Hêzên hikumeta Sûriyê êrişên xwe yên li dijî bejahiya Idlibê û Helebê zêde kir û balafireke bêpîlot û nenas li asmanê rojavayê parêzgeha Idlibê geriya.

Balafireke nenas li asmanê Idlibê geriya û hêzên hikumetê êrişên xwe dijwartir kir
12 îlon, 2020   06:54
NAVENA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SHOR) ragihand ku balafireke bêpîlot û nenas li asmanê herêma sînorê bi Lîwaa Îskenderonê yê rojavayê parêzgeha Idlibê zêde digere.

Di vê der barê de hêzên hikumetê jî bombeyên bişewq avêtin eniyên başûrê Idlibê û bi çekên giran nuqteyên çeteyan ên li wir kirin armanc.

Her wiha hêzên hikumeta Sûriyê bi çekên giran eniyên bajarokê Kefer ê li gundewarê Helebê  kirin armanc û heta niha agahiyên der barê wendahiyan tune ne.

Çeteyên Odeya Operasyonên Fetih El-Mubîn leşkerekî hêzên hikumeta Sûriyê kuştin û efserekî li eniya gundê Balê yê rojavayê parêzgeha Helebê jî birîndar kirin.

Balafireke keşfê ku tê payîn îranî ye zêdetirî 10 bombe avêt nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên nêzî nuqteyên bi hêzên hikumetê yên li çiyayê El-Zawiyê û bajarokê Barê yê li başûrê gundewarê Idlibê.

Vê sibê SOHR`ê diyar kir ku balafireke şer a Rûsyayê li asmanê parêzgeha Idlibê digeriya û li herêma di navbera bajarê Idlibê û gundê Şêx Yusif jî du êriş pêk anî.

(eh)