ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-09-2020`AN
11 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi diruşmeya "Berxwedana Heftenînê wê bi serkeve, îxanet û faşîzma Tirk hilweşe", şêniyên Hesekê diherikin qadan, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û piştgiriya berxwedana Heftenînê, meşekê li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çend rojên din bajarê Ezazê nasnameya xwe ya sûriyetiyê bi temamî winda dike. Ji ber ku buroyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bikaranîna pereyên tirkî ferz kirine. Pispor hişyarî didin "Nîşandeyên xurt hene ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine ji Sûriyê qut bike û bi Tirkiyê ve girêde." Her wiha endamên "Îtîlafê" bi "Trumpetên ku van kiryaran vedişêrin û rewa dikin" bi nav dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdên Helebê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin rejîma Tirk bi ferzkirina tecrîdê qanûnan binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Çeteyên DAIŞ' bi desteka dewleta Tirk a dagirker gelek deverên Sûriyê û Iraqê dagir kirin, lê di taxên Kobanê de rûbirûyî berxwedaneke mezin hat. Berxwendana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê veguherî semboleke cîhanî û bû destpêka hilweşîna pergala îslama sexte. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Berî niha bi 40 salan li Tirkiyeyê derbeyek faşist a leşkerî hate pêkanîn. Ev derbe di esasê xwe de li dijî tevgera azadîxwaz a Kurdan hate kirin.  Bi vê derbeyê re paradîgmaya bi kirasê Tirk/Îslamî wek bingehê ramana dewleta Tirk a faşist ji nû ve hate dabînkirin û siyaseta navxwe û derve ya dewletê li ser vê bîr û boçûnê hate sazkirin.

-POLÎTÎKA

-MSD'ê di panela xwe ya yekemîn de îsbat kir ku şêniyên herêmê dikarin pêşerojê xwe diyar bikin û di warê siyasî û leşkerî de xwe bi rêxistin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Derbêsiyê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftanînê, bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û xwedaxistina ji dewleta Tirk re şermezar kirin. Her wiha destnîşan kir ku divê hevgirtina mala Kurd çêbe da ku li hember êrişên dewleta Tirk ên dijî Kurdan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên konferansa 1’emîn a tenduristiyê ya taybetiya jinan diyar kir ku rejîmên kapîtalîst hewl da rola jinan di civakan de biçewisîne, dûrî beşa tenduristiyê bihêle û bixe xizmeta rejîmên xwe. Lê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha pêşketina beşa tenduristî û aktîfkirina rola jinan di tenduristiyê de xebitî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Heyva Sor a Kurd a Girkê Legê rojane pêşwaziya zêdeyî 70 nexweşî dike. Her wiha di nava sazî û dibistanên navçeyê de pêngavên zanekirin û hişyarkirinê organize dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA