Li kampa Holê cenazayên 3 kesan hatin dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê, cenazeyê sê kesan dîtin. Lêpirsîna têkildarî bûyerê berdewam e.

Li kampa Holê cenazayên 3 kesan hatin dîtin
11 îlon, 2020   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di beşê taybet ê penaberên Iraqê yê kampa Holê de cenazeyên 3 kesan dîtin.

Navê kesên hatine kuştin ev e; Abdullah Riyad (16) û Mecîd Xelef (23) ji beşê penaberên Iraqê ne û Rewa Ebûd Elî (18) ji Helebê ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku cenaze şevê din saet di 20:00'an de hatin dîtin û texmîn dikin ku bi demançeyên bêdeng hatine kuştin.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de hîna berdewam e. Jinên DAIŞ'î yên li kampê bi vê bûyerê tên tawanbarkirin.

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê. Di kampê de zêdeyî 67 hezar kes ji penaberên Iraqê, koçberên Sûriyê û malbatên çeteyên DAIŞ'ê hene.

ANHA