Li Tehranê teqînek mezin çêbû

Li Tehranê ku paytexa Îranê, teqîneke mezin di kargeheke bataryan de çêbû. Kesek min û ziyanên mezin gihaştin avahî û erebeyên derdorê.

Li Tehranê teqînek mezin çêbû
11 îlon, 2020   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansên Mehr û Tesnim ragihandin ku li herêma Tesnîm Şehr a başûrê rojavayê Tehranê teqînek mezin çêbû.

Ajansa Tesnîmê ku agahiyên xwe spartine berpirsekî daîreya agirkujiyê got, ji ber teqînê kargeha batariyan bi temamî hilweşiya. Her wiha kesek mir û yek din jî birîndar bû.

Berpris got, sedemên teqînê nehatin diyarkirin û destnîşan kir ku lêpirsîn berdewam e.