Di panela MSD'ê de xurtkirina diyalogan hate xwestin

Panela "Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê", bi pêşniyar û nêrînan ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dawî bû. 

Di panela MSD'ê de xurtkirina diyalogan hate xwestin
Di panela MSD'ê de xurtkirina diyalogan hate xwestin
Di panela MSD'ê de xurtkirina diyalogan hate xwestin
Di panela MSD'ê de xurtkirina diyalogan hate xwestin
11 îlon, 2020   15:32
HESEKÊ

Panela MSD`ê bi dirûşma "Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê" ku bi beşdariya 500 kesayetên siyasî û civakî yên kantona Hesekê pêk hat, bi dawî bû.

Di panelê de, axaftina komîteya amadekar a panelê hate kirin, 3 semîner hatin dayîn. Ya yekemîn li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê, rola wan di avakirina pêşeroja gelê Sûriyê û rola pêkhateyên Sûriyê di garantiya van têkiliyan de, ya duyemîn diyalogên Sûrî-Sûrî, diyaloga bi muxalefetê re, diyaloga bi hikumetê re û diyaloga Kurdî-Kurdî û bandora wan di çareseriya siyasî de û mijara sêyemîn li ser Rêveberiya Xweser û mekanîzmaya kar û xebata saziyan û mekanîzmaya pêşxistina beşdariya ji Rêveberiya Xweser re bû.

Di nîqaşên beşdaran de, girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî û mekanîzmaya peywendiya bi hikumeta Sûriyê û xurtkirina têkiliyan û avakirina çarçoveyek siyasî dûrî mudaxeleyên derve hatin destnîşankirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku pêwîst e hevdîtin bi hikumeta Sûriyê re were kirin ji bo ku bi Rêveberiya Xweser re rûnê û banga diyalogan li hemû aliyan were kirin da ku encamên erênî ji bo tevahî Sûriyê pêk were.

ANHA