​​​​​​​Li asîmanê Idlibê balafirên Rûsyayê û topbarana li çiyayê Zawiyê

Balafirên Rûsyayê yên keşfê li asîmana Idlibê digerin, her wiha hêzên hikumeta Sûriyê jî çiyayê Zawiyê topbaran dikin.

​​​​​​​Li asîmanê Idlibê balafirên Rûsyayê û topbarana li çiyayê Zawiyê
11 îlon, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibehê hêzên hikumeta herêmên Sifohin, Kensefra, Fitêra û Filêfil topbaran kirin, lê tu agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketin.

Di heman çarçoveyê de, SOHR’ê da zanîn ku li asîmanê başûrê Idlibê balafirên keşfê yên Rûsyayê digerin.

Şeva berê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, kombûna hêzên hikumeta Sûriyê li derdora gundê Berkê, Kelha Mîrza ya li herêma Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê hedef girt, lê tu agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketin.

(fr)