Rojnameyên erebî: Stratejiya Rûsyayê ya nû li Sûriyê û pirbûna diyalogan li Lîbyayî li pêş çareseriyê asteng e

Rojnameyên erebî îro behsa tevgerên Rûsyayê li Sûriyê, aloziya Lîbyayê û lehiyên li Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Stratejiya Rûsyayê ya nû li Sûriyê û pirbûna diyalogan li Lîbyayî li pêş çareseriyê asteng e
11 îlon, 2020   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: RÛSYA DI RÊBAZA DAN Û STANDINA XWE DE BI DOSYAYA SÛRIYÊ RE STRATEJIYEKE NÛ BI PÊŞ DIXE

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Serdana şandeyeke peyabilind a Rûsyayê ji Şamê re qonaxeke nû ya dan û standinên Moskovê bi dosyaya Sûriyê re da destpêkirin. Ev tevger `Zivirîna sêyemîn a mezin` a Rûsyayê ji destpêka aloziya Sûriyê ve ye.

Lê diyardeyên vê zivirîna nû di nav xwe de `derbeyekê` li dijî rêgeza Rûsyayê nahewîne. Dîplomat rêgeza Rûsyayê bi rêgezeke sabît ku li ser pêwîstiya pêkanîna biryarên navneteweyî ava dibe, wesif dikin. Lê belê li gel xitimandina asoyên çareseriyên siyasî, ev zivirîna nû rê li pêşiya stratejiyeke nû vedike.

Moskov bi zanabûn di daxuyaniyên wezîrê karên derve yan jî cîgirê serokwezîr Yurûî Borislov ên eşkere de, nîşaneyên veguherîna mezin a helwestên xwe diyar nekir. Ji wê zêdetir, Şamê piştgiriyeke nixumandî ya Rûsyayê ji bo pêkanîna hilbijartinên serokatiyê di dema wê ya diyar de, bi dest xist, heta ku tu pêşketinek li ser asta komîteya destûrê çênebe.

Li gorî lêkolînerekî, Moskovê ajandeyên demî danîne da ku guhertin di destûrê de çêbe. Piştre di Adara bê de daxe referandumê. Paşê di Gulanê de hilbijartinên parlemantoyê li dar bikevin û dûre di Tîrmehê de hilbijartinên serokatiyê li dar bikevin. Li gorî Moskovê, pêkanîna vê yekê li gorî biryara 2254’an a NY’yê ye. Di heman demê de ew lêkolîner got ew dûr dibîne ku Rûsya avakirina hikumeteke demkî erê bike.

Li beramberî wê, cudabûneke diyar di mekanîzmeya dan û standina Moskov û Şamê bi zêdetirî mijarekê de xuya bû. Ev yek ji bo têkiliyên bi Kurdan re û hewldanên Rûsyayê ji bo tevlêkirina Rêveberiya Xweser di çareseriya siyasî de derbasdar e. Li bermaberî wê Sûriyê heta nihat tu helwest nîşanî vê tevgerê nedayne.

Li ser asta aborî, li gel axaftinên girêdayî 40 projeyên ji nû ve avakirina binesaziya pîşeyî li taxan û firehkirina nexşerêya hevkariya aborî ya ku her du aliyan beriya du salan îmze kiribû, diyar e ku Moskovê plansaziyek daniye ku bi rêya wê pareke girîng ji projeyên binesaziya Sûriyê bibe şirketên wê yên mezin.

Ji vir xuyangên yekemîn ên tevgera Rûsyayê yên bê diyar dibin, ku çareseriya siyasî ji beşên ne di bin kontrola hikumeta Sûriyê de ne pêkan e. Berovajî hizira ku Moskov berê digot, pêwîst e her bihostek axa Sûriyê vegere hikumeta rewa, lê diyar e ku Rûsya dixwaze rewşa heyî biparêze û çareserkirina wan herêman, bibe beşek ji çareseriya dawîn.

Di vê çarçoveyê de Moskov li benda perspektîfên rêveberiya Amerîka ya nû piştî hilbijratinan e. Di heman demê de diyalogê bi Kurdan re dike û hewl dide wan di çareseriya siyasî de bi cih bike bi şêwazeke ku Enqereyê aciz neke.

Li Idlibê, xuya ye ku çareserî divê li ser bingeha diyalogeke Sûriye-Tirkiyê ava bibe. Di encamê de her du alî rêzê ji berjewendiyan û ewlehiya sînor re bigirin. Yanî dibe ku ev çareserî li ser bingeha lihevkirina Edeneyê ya 1988`an be, li gel îhtîmala firehkirina wê.

Peyama bingehîn ji Şamê re ew e ku divê dijberî hevalbendiyên Rûsyayê bi aliyên cuda re dernekeve. Di radeya yekemîn de dewleta Tirk. Her wiha Moskov dixwaze vê yekê li hemberî Washingotinê piştî hilbijartinên Amerîkayê, li bakur û rojhilatê Sûriyê bi kar bîne.

Girêdayî heman mijarê, Moskov pêwîstiya avêtina gavên bi lez û guhertinên hundirîn li hikumeta Sûiyê piştrast kir. Ev yek jî li ser pêwîstiya ku divê karê komîteya destûrî yan jî çareseriya siyasî bi gelemperî neyê astangkirin, derbasdar e. Li gorî ku dazgehên çapemeyê yên ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyekî agahdarê deteyên serdanê, cewhera peyama Rûsyayê wiha ye; heke Esed guhetin pêk neanîn, dê bê fînans bimîne û divê encamên biryara xwe tehemul bike.

EL-EREB: RÊYÊN DIYALOGÊN LÎBYAYÊ PIR IN Û HEWLÊN ÇARESERIYÊ TEVLIHEV DIKIN

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "DYA`yê  û Rûsyayê bi rêya vekirina rêya Bouznika ya El-Mexribiyê ketin xeta diyalogên Lîbya-Lîbyayê bûn û hewl didin rêya siyasî ya ku hatiye girtin derbas bikin.Rêya siyasî ji ber ajandeyên herêmî û navneteweyî, belavkirina çekan, milîsan,  çeteyan  û hebûnên leşkerî-tirkî yên li rojavayê Lîbyayê hatibû girtin."

Ji bo pirbûna platformên diyalogan ku li Qahîre, Cinêv û Moskov û Bouznika ya Mexribê hatin lidarxistin, hişt ku gelê Lîbyayê der barê çareseriya aloziya welatên wan de bi fikar bikin.

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê ragihand ku dê îro Rûsya bi Fransayê re der barê  çareseriya aloziya Lîbyayê de şêwiran bike.

Şîrovekarê ewlekariyê Kindî Nîl Hawir pirsa rêya ku Rûsya li Lîbyayê dimeşîne kir, ji ber hevalbendê wê di qada şer de bi bin ket.

Hawir di gotareke xwe ya li ser malpera Syndication Bureau de got rêya herî zêde muhtemel e ya rûniştin û bendewariya geşedanên siyasî û navneteweyî ye, ji ber Moskovê her çi qasî aliyek hilbijartibe jî, lê têkiliyên xwe yên bi lîstikvanên sereke yên li Lîbyayê parastiye.”

EL-BEYAN: LEHIYA SÛDANÊ NIRXÊ LÎREYA WÊ DAXIST

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Lehiya li Sûdanê hişt rewşa debarê ya gelê Sûdanê dijwartir bibe, ji ber erdên wan ên çandiniyê li ber lehiyê çûn û nirxê lîreyê wan jî daket û li bazara lîreyan kontrolkirin tune ye û hin aliyên nenas ji bo metirsiyê  belav bikin, dolaran dikirin.”

(şx-eh)