Divê jinên li ‘herêmên dagirkirî’ bên parastin

​​​​​​​Rêveberî û endamên saziyên jinan ên kantona Hesekê û bajarê Reqayê zêdebûna tundiya li dijî jinan li herêmên dagirkirî, şermezar kirin û diyar kirin ku pêwîst e rêxistinên girêdayî parastina mafên jinan ji nû ve dosyayên jinan bigirin nava dozên xwe.

Divê jinên li ‘herêmên dagirkirî’ bên parastin
11 îlon, 2020   06:42
HESEKÊ/REQA

Girêdayî zêdebûna tundiyê li dijî jinên herêmên dagirkirî wekî kuştin, destdirêjiya fîzîkî û derûnî ya bi destê komên çeteyên girêdayî Tirkiyê, rêveberî û endamên saziyên jinan ji ANHA`yê re axivîn.

Endama Rêveberiya Meclisa Edaleta Jinan a kantona Hesekê Rêjîn Salih daxuyand ku ji berê ve jin rastî tundiyê û mehrûmkirina ji mafan tê û got: "Ji beriya 5 salan de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û jin bi taybet rastî hedefgirtin, êriş û kuştinê tên. Nîşaneya wê yekê kuştina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef e."

Li ser bûyerên xwekuştina jinan jî, Rêjîn Hesen diyar kir ku jin ji aliyê civakê ve di bin navê urf û adetan de, rastî zext û destdirêjiyê tên. Di bin van navan de tundî li dijî jinan tê bikaranîn û tên sînordarkirin, heta ku digihîne asta xwekuştinê.

Rêjînê got, ji bo ku ew pêşî li wê diyardeyê bigirin, wan gelek hemleyên zanakirina jinan dest pê kirin û serdana malan kirin da ku rewşa jinan nas bikin.

Rêjîn Salih di dawiyê de bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên banga parastina mafên jinan dikin, kir ku bûyerên li dijî jinên herêmên dagirkirî pêk tên di ber çavan re derbas bikin û wan biparêzin.

EM JI HLWESTÊN XWE PAŞDE VENAGERIN

Endama Meclisa Jinan a bajarê Reqayê Wezna El-Mihemed jî rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî şermezar kir û got: "Dewletên ku îdia dikin ew mafên mirovan diparêzin, li hemberî kiryarên Tirkiyê tu helwestê nîşan nadin. Lê xuya ye ku em hîna di lîsteyên wekheviya mafan ên wan dewletan de nehatine qeydkirin."

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê Wîam El-Ehmed jî wiha axivî: "Beriya demekê, Tirkiyê kesayetên berz wekî Zehra Berkel û rêhevalên wê, kir hedef. Beriya çend rojan jî ew kiryar bi lêdana jinan ji aliyê polîsên leşkerî yên girêdayî çeteyên ser bi Tirkiyê ve, dubare bûn."

Wîam wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ji helwestên xwe yên şermezarkirina binpêkirinên li dijî jinan, paşde venagerin."

Rêvebera Rêveberiya Jinan a Reqayê Fehîma El-Casim jî wiha got: "Wekî jinên Ereb ên bakurê Sûriyê em bang li hikumetan û hêzên cîhanê dikin ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî jin, kesên temenmezin û ciwanan deynin. Divê dosyayên jinan bigirin nava dozên xwe. Bûyerên di rojên dawîn de pêk hatine, îspat dikin ku Tirkiye dewleteke sûcdar e û hewl dide herêman dagir bike û milkên wan talan bike. Wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ji dewleta Tirk re dibêjin ku Sûriye welatek e û erdên Bakurê Sûriyê yên me û Rêveberiya Xweser in."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bNR2ymaFpfw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>