Pergala parastinê ya asmanî ya Sûriyê êrişa Îsraîlê ya li dijî Helebê şikand

SANA`yê ragihand ku pergala parastinê ya asmanî ya Sûriyê berbanga vê sibehê êrişeke Îsraîlê ya li dora Helebê şikand.

Pergala parastinê ya asmanî ya Sûriyê êrişa Îsraîlê ya li dijî Helebê şikand
11 îlon, 2020   06:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya Sûriyê wiha da zanîn:  “Saet di 01:30`an de balafirên Îsraîlê bi moşekan êrişî bajarê Helebê kir.”

Ajansê diyar kir ku pergala parastinê ya asmanî êriş şikand û moşekên dijber xistin xwarê.

Pergala parastinê ya Sûriyê di 3`yê Îlonê de êrişên Îsraîlê yên li dijî balafirgeha T4 li parzêgeha Himsê şikandibûn.

(şx)