Li Urdinê depoya cebilxaneyan teqiya

Çavkaniyekî leşkerî ku berpirsê di fermandariya giştî ya hêzên çekdar a Urdinê de ye, ragihand ku vê berbangê li depoya cebilxaneyan a li rojhilatê bajrê Zerqaa yê li Urdinê teqînek rû da.

Li Urdinê depoya cebilxaneyan teqiya
11 îlon, 2020   06:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkanî piştrast kir  ku li herêmeke tê de şênî tune bûn teqîn rû da. Her wiha komîteyek ji bo lêkolîna li ser sedemên teqînê hat avakirin.

Wezîrê dewletê yê kar û barên çapemeniya Urdinê Emced Edayla got di berbanga vê sibehê de li depoya ku tê de mayînên morters ên nayên bikaranîn ên girêdayî hêzên çekdar li rojhilatî Zerqaayê, rû da.

Edayla da zanîn ku di lêpirsîên destpêkê de tê destnîşankirin ku sedema teqînê di encama kehreya li depoyan bû. Her wiha li gorî fermandariya giştî heta vê kêliyê tu zirarên canî ji ber teqînê tune ne.

(fr)