Dewleta Tirk mijara sereke ya civîna welatên MED 7 ên Ewropayê ye

Lûtkeya heft dewletên Ewropayê ‘MED 7’ ji bo nîqaşkirina aloziya li herêma rojhilatê Deryaya Spî îro kom dibe. Serokê Fransayê Macron dê lûtkeya ku li girava Korsîkayê ya Fransayê li dar dikeve, bi rê ve bibe.

Dewleta Tirk mijara sereke ya civîna welatên MED 7 ên Ewropayê ye
10 îlon, 2020   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hewldana gihaştina helwesteke yekane û rakirina aloziya heyî ya di navbera Tirkiye, Yewnanistan û Qibrisê de, îro li Fransayê lûtkeyek li dar dikeve. Wezîrên Spaniya, Malta, Îtalya, Portugal, Qibris û Yewnanistanê dê beşdarî lûtkeyê bibin.

Serokê Franayê diyar kir ku di lûtkeya Ewropayê ya ku dê di rojên 24-25`ê meha bê de li Brukselê were li darxistin de, dê têkiliya Yekitiya Ewropayê bi Tirkiyayê re bibe mijara sereke.

Dezgehên çapemeniyê yên Yewnanistanê  destnîşan kir ku Atîna dê ji bo çareserkirin aloziya Deryaya Spî pêşniyaran ji NATO`yê re pêşkêş bike û ew ê ji bo kişandina keştiyên Tirkiyê ji Deryaya Spî bi daxwazên xwe ve girêdayî be. Her wiha diyar kir ku Atîna bê gef û provakasyonan dê ji bo çareserkirina aloziyê bi nîqaşan ve girêdayî be û ew ê ji bo kiryarên dewleta Tirk belgeyan pêşkêşî NATO’yê bike.

oh