Partiya Sûriya Pêşerojê hewl dide têgeha demokrasiyê belav bike û pêk bîne

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê parêzgeha Reqayê Abdullah El-Şiblî destnîşan kir ku erka partiyê ya belavkirina têgeha demokrasiyê li bajarê Reqayê ne erkeke hêsan e lê pêkan e. Her wiha piştrast kir ku hevgirtineke xurt di navbera partiyê û Rêveberiya Xweser ku serkeftina xwe li seranserê herêmê û taybetî li Reqayê îspat kir de, heye.

Partiya Sûriya Pêşerojê hewl dide têgeha demokrasiyê belav bike û pêk bîne
10 îlon, 2020   00:23
REQA- EMAR EBDULATÎF

Di gelek qonaxên berê ku Sûriyê tê re derbas bûye, bajarê Reqayê ji aliyê rêveberiyê û siyasetê ve hatibû dûrxistin. Ji ber wê rewşê şêniyên bajêr dûrî jiyana siyasî mabûn û siyaset tenê bi nêrîna tekane partiya ku bi dehan salan Sûriyê bi rêve dibe, dîtibûn.

Di salên aloziya Sûriyê de û piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê û damizrandina Partiya Sûriya Pêşerojê di 2018`an de, diviyabû ku partî guhertinê di jiyana siyasî de çêbike û komeke siyasetmedarên ji bajêr ava bike, da ku têgeha demokarasiyê bi awayê herî guncew belav bike û piştgiriya siyasî bide saziyên Rêveberiya Xweser.

Girêdayî mijarê, Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê Abdullah El-Şiblî axivî û destpêkê "demokrasî" wekî têgeheke felsefîk û siyasî şîrove kir. Her wiha behsa tunebûna vê têgehê li herêmên Rojhilata Navîn kir, ku ji ber serweriya partiyekê li piraniya dewletan û di nav de partiya Baasê ku li dijî pirrengiya partiyetî û siyasî ye, tu rêbazên demokrasiyê li cem gelên herêmê tune bûn.

ERKA BELAVKIRINA DEMOKRASIYÊ NE HÊSAN E, LÊ PÊKAN E!

El-Şiblî wiha axaftina xwe berdewam kir: "Erka siyasî ku dikeve ser milê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê ne hêsan e, lê di heman demê de pêkan e. Dê di dema bê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û ji bo Partiya Sûriya Pêşerojê û bajarê Reqayê bi taybetî serkeftinên siyasî pêk bên."

El-Şiblî daxuyand ku piştî rizgarkirina bajêr, şêniyên bajêr jiyaneke baş ji hemû aliyan ve û di nav de aliyê siyasî hêvî kir û weha pê de çû: “Partiya Sûriya Pêşerojê bi sîstemeke hundirîn ku dikare hemû gelê Sûriyê bigire nava xwe û Sûriyeke demokratîk, nenavendî û pirrengî ava bike, demokrasî li jiyana siyasî zêde kir. Ev armanc di hemû civîn, hevpeyvîn û di hevdîtinên siyasî yên partiyê de diyar bû."

El-Şiblî bi bîr xist ku partiyê gelek çalakî, panel û civîn li dar xistin da ku beşdarên nû ji hemû beşên civakê bigire nava xwe û bingeheke gelêrî ji partiyê re ava bike ku karibe bi kesayetên siyasî yên têgihiştî û rewşenbîr xebatên siyasî pêş bixe.

Her wiha destnîşan kir ku bi armanca eşkerekirina sûcên Tirkiyê û komployên navneteweyî yên ji bo dabeşkirina xaka Sûriyê li gorî berjewendiyan, partiyê gelek çalakî li dar xistin.

El-Şiblî di axaftina xwe de behsa astengiyên li pêş xebatên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Reqayê jî kir û wiha got: "Ya sereke ew e ku hin şêniyên Reqayê ku di dema borî de dûrî siyasetê û azadiya nêrînê bûn, fikrekî siyasî yê nû qebûl nakin. Sedema wê jî zihniyeta ewlehiyê ya hêza desthilatdar bû ku metirsiyên civakê ji fikrên siyasî yên nû ku guhertinê bi xwe re tînin, ava kiribû."

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ HEWL DIDE NÛNERTIYA GELÊ SÛRIYÊ LI DERVEYÎ XAKA SÛRIYÊ BIKE

Abdullah El-Şilbî bi bîr xist ku Partiya Sûriya Pêşerojê hewl dide bi awayekî xurttir nûnertiya gelê Sûriyê li derveyî Sûriyê û li qada navneteweyî bike û fikrên partiyê û projeya Rêveberiya Xweser belav bike û got: “Ew ne projeyeke parçekirina Sûriyê ye, lê belê ji bo yekkirina xaka Sûriyê ye û rêdayîna gel e ku herêmên xwe bi xwe bi rêve bibin."

El-Şilbî tekez kir ku hevgirtin û temamkirineke xurt di navbera partiya wan û Rêveberiya Xweser ku serkeftina xwe li seranserê herêmê û bi taybetî li bajarê Reqayê îspat kir de, heye. Rêveberiya Xweser karîbû di demeke kin de rengê şaristaniyê û mirovahiyê ji bajarê Reqayê re ku rastî êrişên fikrî û rûxandinê hatibû, vegerîne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HfQx9NZizy0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>