Li Tirkiyê dijî penaberên Sûrî belavokên ''Li welatê xwe vegere

Di demên dawî de bi rêjeyeke mezin xîtabên nîjadperestiyê li dijî welatiyên Sûriyê yên li Tirkiyê zêde bûn. Ev gef û gur hin caran gihîştin asta kuştinê. Li gel vê tawanên rojnamevan û çalakvanên Sûrî yên li dijî siyasetmedar û muxalifên Tirk ku rola neyinî dilîzin, diyardeya sûcên nijadperestiyê zêde kir.

Li Tirkiyê dijî penaberên Sûrî belavokên ''Li welatê xwe vegere
10 îlon, 2020   04:09
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Li gorî belgeyên herî dawî di vê derbarê de, li Dîlokê belavokên bi zimanê erebî ku li ser hatiye nivîsîn "vegere welatê xwe, em pêşwaziya gelê Sûriyê nakin", hatin belavkirin. Her wiha li bajarê Hatayê ciwanên Tirk bi awayekî hovane li du ciwanên Sûrî dabûn û ji wan re gotibûn: "Heke hûn vengerin welatê xwe, em ê we bikujin."

TIRKIYE HEBÛNA WELATIYÊN SÛRIYÊ JI BO ARMANCÊN SIYASÎ BI KAR TÎNE

Bijîşkê ji Sûriyê Mihemed Ketûb girêdayî mijarê ji ANHA`yê re axivî: "Di rastiyê de, dan û standina bi welatiyên Sûriyê re pir hat guhertin. Di 2014`an de gelê Sûriyê dihat pêşwazîkirin, lê belê piraniya dezgehên çapemeniyê xerabbûna têkiliyên Tirkiyê bi gelek welatan re û daketina nirxê lîreya Tirkiyê û gelek tiştên din spart hebûna welatiyên Sûriyê li Tirkiyê. Li aliyekî din, welatiyên Tirkiyê dibînin ku hikumeta wî ji ber hebûna welatiyên Sûriyê lêçûneke zêde xerc dike."

Ketûb wiha domand: "Xîtabên nefretê zêde dibin. Em nikarin loman ji welatiyên Tirkiyê bikin, ew jî wekî koçberan qurbaniyên vê xîtaba ne zelal in. Lê belê, çapemeniya Tirkiyê heman gotinên hikumetê yan partiyên muxalîf dike. Her du alî jî doza penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê ji bo armancên siyasî bi kar tînin."

Yê ku bi awayekî giştî li dozê dinêre, nikare rola hikumeta Tirkiyê ya nerênî di vê derbarê de paşguh bike. Hikumeta Tirkiyê pir caran li hemberî van xîtabên nîjadperestiyê yên siyasetmedar û parlamanên muxalêf, tu helwestê nîşan nade û tedbîrên qanûnî yên rê li van zêdegavî û sûcan digire, nastîne. Heke destwerdanê bike jî, dikeve cihê parêzvanê ku hewl dide tawanê ji ser sûcekî ku ji xwe tune ye rake. Yan jî refleksan li dijî çalakvanên Sûrî yên ku ev dijminahî şopandine û li ser malperên tevna civakî kirine rojev, nîşan dide.

FAKTORÊN ZÊDEBÛNA XÎTABÊN NÎJADPERESTIYÊ

Sedema zêdebûna xîtabên nîjadperestiya li dijî Ereban û bi taybetî welatiyên Sûriyê ku di destpêka aloziyê de wekî lehengan hatibûn pêşwazîkirin, çi ye?

Ketûb ku 5 salan li bajarê Dîlokê jiyaye, tekez kir ku ji ber gelek faktoran xîtabên nîjadperestiyê zêde bûn û got: "Ya yekemîn, xîtaba hikumeta Tirkiyê ya ne temam di 2011`an de ku nirxeke mezin dida welatiyên Sûriyê. Her wiha rê da wan ku bêyî ruxset û bê rêxistinbûn kar bikin, ji cezayan hatine efûkirin, kartên parastina demkî dan wan û sînor bi temamî û bêyî belgeyên piştrastkirina nasnameyê li pêş wan hate vekirin. Lê belê ji nişka ve welatiyên Sûriyê ji welat hatin derxistin, daxwaznameyên wan ên ji bo kar û niştecihbûnê hatin redkirin, hesabên wan ên bankê hatin girtin û ew wekî sîxur hatin bikaranîn. Her wiha xîtabekî çapemeniyê ku bazirganiyê bi gelê Sûriyê dike û besna dayîna lêçûnên wan dide, ji hikumetên cîhanê re nîşan dide Tirkiyê li şûna wan ku bepirsiyariya penaberên Sûriyê dike, derket pêş. Herî dawî jî welatiyên Sûriyê wekî amûreke şantajê li dijî Ewropayê û wekî çeteyan di şerê li derveyî Tirkiyê de, bi kar anîn. Car caran jî xîtabên olî ku daxwaza vegera serdema sultanan dikin û Îslamiyan li dor xwe kom dike, hatin kirin.

Ketûb bal kişand ser sedemeke din a zêdebûna xîtabên nîjadperestiyê li Tirkiyê û got: "Saziyên Sûriyê yên nû hatine avakirin ku ne xwedî tecrube ne, li şûna ku bi civakê û saziyên navxweyî re bide û bistîne bi hikumeta re da û stand. Her wiha da ku hebûna xwe biparêze, neçar ma ku li gorî pêşketinên siyaseta Tirkiyê tevbigere. Parçeyekî mezin jî ji wan saziyan hîna girêdayî çanda yek partî û yek serokî ne. Ji ber wê li şûna serok, ji xwe re sultan dîtin û ji her tiştî re û di nav de derxistina welatiyên Sûriyê ji Tirkiyê, sedem danîn."

Bijîşkê Sûriyê wiha lê zêde kir: "Ev tiştekî xeternak e, niha ne tedbîrên hişk, ne jî hemleyên çapemeniyê dikarin vê nîjadperestiyê biguherin. Pêwîst e hemû alî ji bo vê yekê bi salan kar bikin."

NÎJADPERESTIYA KU LI DIJÎ EREBAN PÊŞ DIKEVE

Diminahiya sîstematîk a dijî Ereban xwe dispêre du xalên bingehîn: Ya yekemîn li dijî turîzmên ku ji Kendava Erebî tên, ku wekî kesên dewlemend tên hesibandin û bi rêjeyeke mezin ji bo jiyanê, gera li sûkan, çêkirina emliyetan û çadina por berê xwe didin welêt. Şêniyên bajaran navê "Erebên çolistanê yên bi Mercedesê" li wan dikin. Her wiha piraniya welatiyên Tirkiyê ji tevgerên hin turîzmên ciwan yên ji qeydên Kendavê "rizgarkirî", aciz dibin."

Xala duyemîn jî girêdayî komeke ji ya borî xizantir e. Ew jî penaberên ku ji ber şerê Sûriyê revîne. Li gorî daneyên NY`yî, li Tirkiyê hejmara herî zêde ya penaberan heye ku ji wan zêdetirî 3,6 milyon penaberên Sûriyê ne. Nêzî nîv milyon penaberên Sûriyê bi awayekî fermî li Stenbolê dijîn û rêjeya ji sedî 3,4 ji xelkê Stenbolê pêk tînin.

NÎJADPERESTÎ LI DIBISTANAN TÊ PÊŞXISTIN

Zimanê Erebî ku li civaka Tirkiyê û jiyana giştî belav bûye, metirsiyan çêdike ku penaber dê hewl bidin çanda Tirkî "biguherin an xerab bikin". Herî dawî, Wezareta Hundirîn tekez kir ku divê zimanê Erebî tenê ji sedî 25 li ser navên dikanan bê bikaranîn. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di hemleya xwe ya hilbijartinê de jî zimanekî nîjadperestî bi kar anî û soza vegerandina welatiyên Sûriyê ji "Sûriya ewle" re da. Tevî dijberiya wî ji Erdogan re jî, lê ji ber vê xîtaba xwe li herêma Fatih ku navenda AKP`ê ye û tijî penaberên Sûriyê ye, bi ser ket.

Rewşa nîjadperestiya li dijî Erebên li Tirkiyê ne nû ye. Li gorî leşkerî kevin ê alîgirê Erdogan, nîjadperestî li dibistanan tê pêşxistin. Pirtûkên dibistanê zarokan fêr dikin ku Ereban hêviyên wan têk birin û di şerê cîhanê yê yekemîn de ji paş wan vekişiyan. Beriya aloziya penaberên Sûriyê, netewperestên hişk yên Tirkiyê têgeha "Tirkên resen" bi kar tînin, ew têgeh ji bo dûrxistina Kurdan û hemû kêmbaweriyên ne Misliman wekî Ermen û Cihûyan, tê bikaranîn. Lê belê, roja îro ji bo dûrxistina Ereban tê bikaranîn. Tevî ku qedexeya bikaranîna zimanê Kurdî li cihên taybet û giştî di sala 1991`an de hatibû rakirin jî, lê belê hîna gelê Kurd ku ji sedî 20 ji gelên Tirkiyê pêk tîne, li rojhilatê Tirkiyê rastî hemû cureyên çewisandinê û li seranserê welêt jî rastî zextên siyasî tê.

NÎJADPERESTÎ LI DIJÎ PIRANIYA EREBAN PÊK TÊ

Nîjadperestiya li Tirkiyê ne tenê li dijî beş an nasnameyekê, lê belê li dijî her welatiyekî netirk pêk tê. Nîjadperestî ne tenê li ser asta gelêrî belav e, lê belê ji aliyê hin saziyên hikumetê wekî Gerînendetiya Penaberiyê û beşên polîsan ve jî tê kirin.

Ciwanekî Misirê ku ji tirsa derxistina ji Tirkiyê nexwest nasnameya xwe eşkere bike, diyar kir ku dema ew ji bo wergirtina pasportê çûye saziyeke hikumetê ya li taxa Kûçûk Çekmeceya Stenbolê, ew ji aliyê karmendekî ve rastî bûyereke nîjadperestiyê hatiye. Ciwanê Misirî got: "Dema ku zanî ez Ereb im, zimanê wî hat guhertin. Got ew pasaportan ji kesên netirk re çênakin û ew ne karê wan e. Got ‘em xema Ereban jî ranakin, Tirk bes in’."

Dema ku ciwanê Misirî ji karmend re diyar kir ku bidestxistina pasaportê mafekî wî yê qanûnî ye, karmend wiha gotiye: "Ez dikarim xizmeta nasnameyên din bikim, lê ez naxwazin bi Ereban re bidim û bistînim. Ez naxwazin derbasî welatên Ereban jî bibim." Piştre ciwanê Misirî berê xwe dide beşekî din û beriya ku berê xwe bide Balyozxaneya Misirî ya li Stenbolê da ku pasaporteke nû bi dest bixe, karîbû belgeyekê li ser wendakirina pasaportê çêbike."

Li gorî daneyên Gerînendetiya Giştî ya Xwendinê yên 2018`an, ji derveyî welatiyên nehatine qeydkirin, bi giştî nêzî 5 milyon welatiyên Ereb li Tirkiyê bi cih dibin. Hejmara welatiyên Misirê jî di navbera 10 heta 15 hezarî de ye ku piraniya wan li Stenbolê dijîn. Her wiha hejmara giştî welatiyên Sûriyê li Stenbolê nêzî 559 hezar kes e.

(cx)

ANHA