Şêniyên Eyn Îsayê: Gotegot me natirsînin û em dev ji axa xwe ya dagirkirî bernadin

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê destnîşan kir ku ajandeyên dewleta Tirk a dagirker ên gotegotên komkirina hêzên artêşa Tirk li ser herêma sînor, di çarçoveya siyaseta tirsandin û guhartina demografiyê de ne.

Şêniyên Eyn Îsayê: Gotegot me natirsînin û em dev ji axa xwe ya dagirkirî bernadin
10 îlon, 2020   06:54
EYN ÎSA

Têkildarî gotegotên dibêjin dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe dîsa komî ser hev kirine, welatiyên Eyn Îsayê ev gotegot nirxandin û got ew dev ji axa xwe ya dagirkirî bernadin.

Welatiyê bi navê Mihmed Mehmûd destnîşan kir ku ew fêrî van gotegotan bûne, dewleta Tirk ji destpêka Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiriye van gotegotan berbelav dike.

Mihemed Mehmûd wiha axaftina xwe dewam kir: "Gotegotên ajandeyên dewleta Tirk ên li herêmê belav dikin û dixwazin şênî dev ji malên xwe berdin û ev xizmeta siyaseta artêşa Tirk a guhartina demografiya li herêmên Sûriyê dike, lewra em ji şêniyan re dibêjin ku der barê gotegotan de hişyar bin."

Mihemed Mehmûd bang li civaka navneteweyî û garantoriya Rûsyayê kir ku sînorekî ji siyaseta dewleta Tirk a li herêmê re deynin, nexasim Rûsya divê li hemberî êrişên dewleta Tirk soza xwe bi cih bîne.

Her wiha welatiyê bi navê Hemûd Îsmaîl jî axivî û da zanîn ku ew ji van gotegotan natirsin, ji ber ku xwediyê xakê ne û ew ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin.

Welatiya bi navê Şêrîn Ebûd diyar kir ku ev gotegot tenê di asta propagandeyên şerê çapemeniyê de ne û armanca wan ji vê tirsandina şêniyan û koçberkirina wan ji gundên wan e.

Şêrîn Ebûd wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şêniyan ji dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ders derxistine, ji ber vê yekê ew ê li dijî artêşa Tirk û berjewendiyên wê yên dagirkirina xaka Sûriyê bisekinin."

Ajandeyên şerê taybet ên artêşa Tirk di demên dawîn de gotegotan belav dikin û dixwazin vîna şêniyên herêmê bişkînin û xof û tirsê bixin nava gel.  

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/rpywJ_WcTJM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>