​​​​​​​Koperatîf xizmeta şêniyan dikin û aboriya jinan pêş dixin

Koperatîfên girêdayî Komîteya Aboriya Jinan a herêma Cizîrê di radeya yekemîn de xizmeta şêniyan dikin û asta berhemdariya herêmî bilind dikin. Bi koperatîfan ruhê hevkariyê di nava jinan de xurt dibe û aboriya wan pêş dikeve.

​​​​​​​Koperatîf xizmeta şêniyan dikin û aboriya jinan pêş dixin
​​​​​​​Koperatîf xizmeta şêniyan dikin û aboriya jinan pêş dixin
​​​​​​​Koperatîf xizmeta şêniyan dikin û aboriya jinan pêş dixin
​​​​​​​Koperatîf xizmeta şêniyan dikin û aboriya jinan pêş dixin
​​​​​​​Koperatîf xizmeta şêniyan dikin û aboriya jinan pêş dixin
​​​​​​​Koperatîf xizmeta şêniyan dikin û aboriya jinan pêş dixin
​​​​​​​Koperatîf xizmeta şêniyan dikin û aboriya jinan pêş dixin
​​​​​​​Koperatîf xizmeta şêniyan dikin û aboriya jinan pêş dixin
10 îlon, 2020   03:23
QAMIŞLO- SILAVA EBDULREHMAN

Ji ber pêwîstiya şêniyan ji madeyên xwarinê yên sereke û madeyên zemhêrê li gel dorpêça li ser herêmê, bihabûnê û qedexekirina derbasbûna madeyan di dergehên sînorî re, Komîteya Aboriya Jinan a Kongreya Star li herêma Cizîrê dest bi gelek projeyên aboriyê kir. Bi vê yekê hewl da ku pêşî li keysbaziyê bigire, aboriya herêmê xurt bike û geşkirina aborî û civakî pêk bîne.

ASTA BERHEMDARIYA HERÊMÎ BILIND DIBE

Komîteya Aboriya Jinan a herêma Cizîrê gelek projeyên aboriyê wekî avakirina koperatîfên girêdayî aliyê çandiniyê û sewalan, kirîn û firotina kel û pelan û koperatîfên bazirganiyê yên girêdayî berhemdariyê û pêşesaziyê ku xizmeta kesan dikin, dest pê kir. Ji wan projeyan:

Komeleyên çandiniyê li Dêrik, Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Hesekê û Şadadê ku tê de nêzî 275 jinan kar dikin.

Her wiha ji bo firotina sebzeyan li Sûka Sebzeyan a Jinan a li navçeya Amûdê û sûkên bajêr, baxçeyên çandiniyê yên çandina sebzeyên werzan li Dirbêsiyê û Tirbespiyê hatin vekirin.

Werşeyeke dirûtinê li Hesekê û Rimêlanê hate vekirin, ku cilan li dikanên girêdayî xwe yên bi navê "Lavîn" li Qamişlo û Dirbêsiyê belav dike. Her wiha werşeya mobîliya ya bi navê "Star" hat vekirin û mobîliyaya wê li pêşangeha Qamişlo û Girkê Legê tê firotin.

 Li Sêmalka jî xwaringehek û li kampên Waşûkanî û Newroz jî dikanên firotina madeyê xwarinê hatin vekirin.

Du projeyên çêkirina nanê Tenûrê li Hesekê û Til Temirê hatin destpêkirin. Li Tirbespiyê jî projeya berhemdariya sewalan ji bo xwedîkirina sewalan vebûn. Li Qamişlo û Amûdê jî kargeha "Lara" ya şêraniyan hat vekirin.

Li Hesekê û Dirbêsiyê jî kargeha "Fisol Erbea (4 demsal)" ya çêkirina mûneya demsalan hat vekirin.

Di van koperatîfan de nêzî hezar û 400 jin kar dikin û ji ber nirxên madeyan ên guncaw serlêdaneke mezin a şêniyan heye.

Ev koperatîf di pêşxistina aboriyê û afirandina ruhê komînal di nava civakê de, roleke mezin dilîzin. Her wiha asta aborî û civakî ya herêmê baş dikin, lêçûna xizmetan kêm dikin û ji pirsgirêkên herêmê re çareyan dibînin.

KOPERATÎF DI RADEYA YEKEMÎN DE DIKEVIN XIZMETA CIVAKÊ

Yek ji jinên di koperatîfên navçeya Tirbespiyê de kar dike û endama rêveberiya Komîteya Aboriyê Lema Xelîl diyar kir ku jinên beşdarî koperatîfan bûne, aboriya xwe pêş dixin, piştgiriya aboriya herêmî dikin û xwe dispêrin hêza xwe.

Lema wiha domand: "Nirxên madeyên li koperatîfan ji nirxên li sûkê cuda ne. Berhem bi buhayekî hindik ê li gorî rewşa jiyanî ya şêniyan, tên firotin. Mînak, li koperatîfên me sîr bi hezar û 400 lîreyên Sûriyê tê firotin, lê li sûkan bi 2 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin."

Endama Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Armanc Mihemed jî wiha behsa armancên van koperatîfan kir: "Em bi rêya koperatîfan armanc dikin ku ruhê hevkariyê û komînal di nava jinan de belav bikin, aboriya wan pêş bixin û bihêlin ku ew xwe  bispêrin hêza xwe. Armanca me ne qezenckirin e, lê belê em dixwazin zihniyeta ku tenê girêdayî aboriyê ye tune bikin û li gel rewşa aborî ya herêmê û bandorên qanûna Qeyser û girtina dergehên sînorî, berhemdariya herêmî xurt bikin."

Armanc Mihemed destnîşan kir ku ew berhemên koperatîfan bi nirxên hindik difiroşin da ku di radeya yekemîn de xizmeta civakê bikin, keysbaziya hin bazirganan bi dawî bikin û piştgiriya berhemdariya herêmî bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ARajSuPOLxo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>