Dewletên kapîtalîst jî li pişt tecrîdê ne

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê daxuyand ku tecrîd vîna gelê Kurd dike hedef û qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. Her wiha destnîşan kir ku rola kapîtalîzmê jî di tecrîdê de heye.

Dewletên kapîtalîst jî li pişt tecrîdê ne
10 îlon, 2020   02:16
HESEKÊ- BOTAN HISÊN- OLVA HEC MANSÛR

Ji 2015`an ve hikumeta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtina bi malbatê û parêzeran re li Ocalan qedexe kiriye. Tevî bi dehan daxwaznameyên ku ji nivîsgeha Serdozgeriya Giştî ya Komarê re hatin rêkirin jî, lê bi gelek behaneyan hatin redkirin.

Gelek çavdêr dibînin ku tecrîda li ser Ocalan û qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re, mafên sereke yên girtiyan ku di qanûna navnenteweyî û mirovahiyê de hatine pejirandin, binpê dike. Rêber Abdullah Ocalan kesayeteke şoreşgerî û netewî ye û fermandarekî şoreşger e, ne girtiyekî xwedî sûc e.

Tecrîd û siyaseta li hemberî Abdullah Ocalan tê sepandin gelê Kurd dike hedef û berdewamkirina qirkirina Kurdan, tasfiyekirina Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê û îmhakirina hebûn û nasnameya Kurdî ye.

OCALAN KESAYETEKÎ SIYASÎ YE Û BI TECRÎDÊ ÎRADEYA GEL TÊ HEDEFGIRTIN

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê hunermend Şêxmûs Heyres daxuyand ku Tirkiyê Rêber Ocalan wekî mêjiyê ku gelê Kurd bi rê ve dibe û ji bo çareserkirina doza Kurd vîna gel temasîl dike, dibîne. Ji lewra, tecrîda li ser Ocalan giran dike û got: "Komploya navneteweyî ne tenê vîn û kesayeta Ocalan hedef digire, lê belê vîna gelê Kurd û hemû gelên azad dike hedef."

Heyres destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li dijî pîvan, rêgez û qanûnên navneteweyî ye, ji ber ku Ocalan kesayetekî siyasî û şoreşger e û ji bo maf û azadiya gelê xwe têdikoşe. Heyres wiha dewam kir: "Li Tirkiyê maf û qanûn tune ne, tecrîd hemû qanûnên li Tirkiyê û derveyî wê binpê dike."

Hunermend Şêxmûs Heyres bal kişand ser wê yekê ku tecrîd, asta metirsiya dewleta Tirk ji çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyê û Tirkiyê bi taybetî, nîşan dide. Ji ber ku Tirkiye dixwaze ku Rojhilata Navîn navenda şer bimîne, da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

ROLA KAPÎTALÎZMÊ DI TECRÎDÊ DE HEYE

Berpirsa Akademiya Şehîd Berçem, Nisrîn Memê jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi ferman û agahiya dewletên kapîtalîst e û got: "Ne tenê Tirkiye li pişt tecrîdê ye, lê belê hemû dewletên desthilatdar û kapîtalîst beşdarî wê bûne. Ji ber ku fikr û felsefeya Ocalan li pêş planên dagirkeriyê û berjewendiyên wan dewletan li herêmê, dibe asteng."

Nisrîn Memê wiha lê zêde kir: "Her kes dizane ku çareserkirina doza Rojava û girêka Rojhilata Navîn tenê bi fikr û felsefeya Ocalan pêkan e. Tecrîdan girankirî jî, da ku çareyên Ocalan dîtine negihêjin gel û cîhana derve ye."

(cx)

ANHA