Şêniyên Kobanê: Mafê kesî tune me ji komîteya destûrê dûr bixe

Şêniyên kantona Kobanê dûrxistina nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrê ya Sûriyê, şermezar kirin û tekez kirin ku heke kesayetên nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dikin beşdar nebin, ew endamên komîteya sazkirina destûrê bi tu awayî qebûl nakin.

Şêniyên Kobanê: Mafê kesî tune me ji komîteya destûrê dûr bixe
10 îlon, 2020   01:16
KOBANÊ

Neteweyên Yekbûyî di 23`ê Îlona sala par de komîteya destûrê ya Sûriyê damezirand, da ku li şûna destûrê ku hikumeta Sûriyê sala 2012`an daniye, destûrekî nû ji welêt re saz bike.

Komîteya destûrê ji 150 kursîyan pêk tê û 50 nûnerên hikumeta Sûriyê, 50 nûnerên opuzisyona Sûriyê û 50 kesayetên civaka sivîl tê de cihê xwe digirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyê hatiye dûrxistin. Vê yekê refleksên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komîteyê, derxist.

Ta niha 3 torên dan û standinên komîteya destûrê ya Sûriyê bêyî ku tu encam jê derkevin, bi dawî bûne. Heke dûrxistina hêzên li ser erdê ji xebatên komîteyê û helwestên hikumetê û opuzisyonê ji dan û standinan bi vî rengî dewam bikin, tê payîn komîte tu pêşketinan bi xwe re neyne.

Li ser mijarê, şêniyê bi navê Enwer Mihemed Şukirî yê ji Kobanê dibêje: "Divê hemû beşdarî komîteya destûrê bibin. Mafê tu aliyan tune ye ku me (gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ku me li ser vê axê bi hezaran şehîd dan, ji komîteyê dûr bixe."

Şukirî tekez kir ku encamên komîteya destûrê red dikin û wiha dewam kir: "Em helwestên dewletên ku çavdêriya xebatên komîteyê dikin, red dikin û encamên wê qebûl nakin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran zarokên xwe di oxira rizgarkirina vê axê de, feda kirin. Çima dewletên ku banga parastina mafên mirovan dikin, mafên me û beşarbûna me di komîteyê de jî naxwazin?

Îbrahîm Ebdulxenî jî wiha diyar kir: "Dûrxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyê, tê wateya dûrxistina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê yên Ereb, Kurd, Aşûr û Suryan ji komîteya ku qaşo ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji şerê Sûriyê re hatiye avakirin."

Ebdulxenî destnîşan kir ku yên beşdarî komîteya destûrê bûne çi Kurd, çi jî Ereb dibin, tenê nûnertiya xwe û partiyên xwe dikin û nûnertiya pêkhateyên gelê Sûriyê nakin.

Her wiha bang li dewletên ku çavdêriya xebatên komîteyê dikin wekî Rûsya, Amerîka û YE`yê kir ku endamên MSD`ê jî beşdarî maseya dan û standinan bikin û wiha got: "Divê endamên MSD`ê beşdarî komîteya destûrê bibin û di sazkirina destûrekî demokratîk ku nûnertiya tevahî gelê Sûriyê dike de, rol bilîzin."

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di dema pêkanîna muzakereya lihevkirinê ya di navbera MSD`ê û Partiya Vîna Gel di 31`ê Tebaxa borî de, soz dabû Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ku nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşdarî sazkirina destûrê Sûriyê bike.

Îbrahîm Ebdulxenî tekez kir ku divê mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di komîteya sazkirina destûrê de, bê misogerkirin û got: "Heta em bên dûrxistin, em encamên daxuyaniya dawî ya komîteya destûrê qebûl nakin. Divê kesayetên ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyê beşdarî dan û standinan bibin û mafên wan di destûrê de bê misogerkirin. Divê nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di oxira rizgarkirina vê xakê ji terorê de xwîna xwe dan, helbet beşdarî komîteyê bibin."

Îbrahîm El-Berî yê ji pêkhateya Ereb jî wiha got: "Sûriye yek e û nehatiye parçekirin, tu hêzên dagirker nikarin Sûriyê parçe bikin. Em wekî gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, qebûl nakin ku bihosteke axa Sûriyê bê dagirkirin."

Îbrahîm El-Berî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Nabe ku tu pêkhateyên gelê Sûriyê ji komîteya destûrê bên dûrxistin. Ew xwediyên biryarê ne û divê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Nabe ku kesên ji derve biryaran li wan ferz bikin. Nûnerê opuzisyonê temsîla gelê Sûriyê nakin, ew tenê xwe temsîl dikin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y99fspPTnYA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>