Cenazeyê şehîd Mihemed El-Îsa li Tebqayê hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Îsa yê ku duh dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bibû, li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Mihemed El-Îsa li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El-Îsa li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El-Îsa li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El-Îsa li Tebqayê hate veşartin
9 îlon, 2020   18:29
TEBQA

Ji ber tedbîrên li dijî koronavîrusê, tenê malbatên şehîdan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê beşdarî merasîmê veşartina cenazeyê şehîd Mihemed El-Îsa bûn.

Kerwanê oxirkirina cenaze ji bajarê Reqayê bi ber goristanê Şehîdan a Tebqayê ve derket.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Şamî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Di rewşa heyî de çavê cîhanê li herêmên me ye. Rojane em şehîdan didin ku hejmara wan bûye bi hezaran. Li ser her buhistek vê axê dilopek a xwîna şehîdan heye ku jiyanek bi sernavê azadî ji gelê me re nivîsandiye."

Piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Foza Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Hevalên şehîd, cenaze rakirin ser milê xwe û di nava diruşmeyan de spartin axê.

ANHA