Ciwanên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan

Ciwanên kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftenînê daketin qadan.

Ciwanên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Ciwanên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Ciwanên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Ciwanên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Ciwanên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Ciwanên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Ciwanên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
9 îlon, 2020   18:48
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftenînê meşek li dar xist. Bi dehan ciwanên kantonê beşdarî meşê bûn.

Ciwanên kantonê ku ji çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dest pê kir, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hildan û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk berz kirin.

Meş li çerxerêya Agirkujiyê ya heman taxê rawestiya. Ciwanan deqeyeke rêz girtin.

Piştre, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Zeyneb Elî êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftenîn û çiyayê Kurdistanê şermezar kirin û banga berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî li ciwanan kir.

Yekitiya Jinên Ciwan, di meşê de ragihandina pêngava "Em ê teqez bi serkevin" ragihand.

Meş bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê bi dawî bû.

ANHA