Hamîd: Pilana PDK û dewleta Tirk dagirkirina Şengalê ye

Niyaz Hamîd têkildarî civîna rayedarên PDK’ê û dewleta Tirk got:“Têkildarî êrişa li dijî Şengalê plan hatine danîn. Dixwazin bi çeteyên li Başûr-Rojava re senaryoya sala 2014’an ji bo dagirkirina Şengalê pêk bînin.”

Hamîd: Pilana PDK û dewleta Tirk dagirkirina Şengalê ye
8 îlon, 2020   03:17
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Pisporê siyasetê yê Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd têkildarî civîna serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên din ên rejîma Tirk, ji ajansa me re axivî. Hamîd got: “Serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Sîrac hemû deskeftiyên Lîbyayê dixe destê dewleta Tirk û PDK jî li Başûr heman tiştî dike.”

‘PLAN  DAGIRKIRINA ŞENGALÊ YE’

Niyaz Hamîd destnîşan kir ku PDK wek partî li ser asta Başûrê Kurdistanê nemaye û got: “Ew beşek ji dezgehê şerê taybet e ku alîkariya dijminê gelê Kurd dike. Ji bo PDK’ê ne girîng e ku gelê me yê Başûr di bin êrişên dewleta Tirk de be. Erka PDK’ê sîxuriya ji bo dewleta Tirk a dagirker e. Dewleta Tirk dixwaze ji derve lobiyan çêke ku hêzên derve destûr bidin dewleta Tirk, ew û PDK bi hev re êrişî Şengalê bikin. Ew hewl didin dewleta Iraqê jî tev li vê hevkariyê bikin, lê heya niha dewleta Iraqê qebûl nekiriye. Piştî dewleta Iraqê bersiva erênî neda, niha ew bi xwe û çeteyên li Başûr-Rojava dixwazin senaryoya sala 2014’an, ji bo dagirkirina Şengalê pêk bînin, da ku PDK û dewleta Tirk bi hev re êrişî Şengalê bikin.”

‘PIŞTÎ CIVÎNA MACRON, CIVÎNA DAGIRKERAN NE TESADUF E’

Niyaz Hamîd lidarxistina civînê bi encamên serkeftinên Cenga Heftanînê ve girê da û ev nirxandin kir: “Gerîlayên Tevgera Azadiyê derbeyên mezin li dagirkeran didin ku çawa li Zapê sala 2008’an şikestin, niha jî li Heftanînê dişikin. Dewleta Tirk li dijî vê şikestinê dixwaze PDK û çeteyên girêdayî wê zêdetir alîkariyê bidin. Beriya civîna dagirkeran serdan û civînên girîng çêbûn. Serokê Fransayê Emmanuel Macron li gel serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya. Macron di civînê de diyar kir ku ew amade ne Iraqê li hember dagirkeriya Tirk biparêzin. Her wiha Macron bi Nêçîrvan Barzanî re jî civiya. Piştî vê civînê dewleta Tirk bang li Nêçîrvan kir ku dixwest nîqaşên wê civînê bizane. Piştî civîna Macron ev civîna dagirkeran ne tesaduf e. Ev encama sîxuriya Nêçîrvan Barzanî ye.”  

‘PLAN, GAV BI GAV DAGIRKIRINA HERÊMÊ YE’

Hamîd bal kişand ser planên dagirkeran ku bi van civînan re dixwazin gav bi gav Başûrê Kurdistanê dagir bikin û wiha dewam kir: “Hemû deskeftiyên Başûr wekî hatinekê ye. Vê dagirkeriyê bi rêya PDK’ê dixwazin rewa bikin. Eşkere PDK tê bikaranîn. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê vê dagirkeriyê û hevkariyê qebûl nake. Ji bo wê çi qas ji destê wan tê, çalakiyên xwe li dar dixin. PDK’ê hemû Başûrê Kurdistanê kiriye bin kontrola dewleta Tirk, ji bo ku li dijî gelê herêmê terorê bide meşandin.”

‘JI BO TÊKBIRINA PLANÊN DAGIRKIRINÊ ROLA IRAQÊ ZÊDE YE’

Ji bo têkbirina planan Hamîd diyar kir ku Iraq dikare li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekine ku rola wê zede ye û wiha domand: “Li dijî êrişan gel nerazîbûna xwe nîşan dide. Divê dewleta Iraqê jî bi erka xwe rabe ku piştgiriyê bide gel. Ew têkçûna Heftanînê hinek qezancên cihên din beramber bike. Dixwazin PDK’ê bi kar bînin ku Şengalê dagir bikin. Wan nikarîbû ku bi rêya DAIŞ’ê Şengalê dagir bikin.  Lê çawa li Heftanînê têk çûn, wê dîsa li Şengalê jî planên wan têk herin.”

‘LI LÎBYA EL-SÎRAC, LI BAŞÛR JÎ NÊÇÎRVAN BARZANÎ TÊ BIKARANÎN’

Niyaz Hamîd di berdewamiya nirxandinên xwe de got: “Serokê Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Sîrac hemû deskeftiyên Lîbyayê dixe destê dewleta Tirk û PDK jî li Başûr heman tiştî dike. Di civîna li Tirkiyê de jî derket holê ku Nêçîrvan Barzanî tenê li benda dayîna ferman, perspektîfên Erdogan e. Talîmat û fermanên Erdogan jî der barê dagirkerî, qirkirinê de ne ku PDK jî ji bo wan pêk bîne, amade ye.”

‘PARTIYÊN SIYASÎ YÊN BAŞÛR DIVÊ PDK’Ê BOYKOT BIKIN’

Hamîd diyar kir ku pêwîst e êdî hêzên siyasî yên li Başûr ew qas rewabûnê nedin destê PDK’ê û wiha bidawî kir: “Li Başûrê Kurdistanê hikumet tenê bi nav heye ango şiklî ye, ew jî di bin kontrola dewleta Tirk de ye. Divê Goran, YNK û partiyên siyasî hem ji parlemento hem jî ji hikumetê xwe bidin paş ku nebin şirîkê sûc û rûreşiya PDK’ê. Ji ber ku ev rûreşiya PDK’ê wan partiyan jî dike nav xwe. Divê PDK’ê boykot bikin û wan wek hêzeke îxanetkar bibînin.” 

ANHA