Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 15 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 15 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine û 14 kesên ku berê bi koronayê bûn, baş bûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 15 kesên din bi koronayê ketine
8 îlon, 2020   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristî Ciwan Mustefa anî ziman ku 15 kesên ku bi koronayê ketine, 8 jê mêr in û 7 jî jin û ji van herêman in:

Hesekê;4

Qamişlo;4

Dêrikê;2

Rimêlan;2

Til Temir;1

Dirbêsiyê;1

Girkê Legê;1

Mustefa da zanîn ku 14 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 704 kes bi koronayê ketine, jê 42 kesan jiyana xwe ji dest daye û 212 kes jî baş bûne.

(kc)

ANHA