'Berxwedana HPG`ê rewa û pîroz e'

Ji bo piştgiriya têkoşîn û berxwedana ku parêzvanên herêma Heftenîna Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker nîşan didin, berpirsê Navenda Xabûrê ya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê dibêje: "Wekî navendên çandî, piştgiriya berxwedana dîrokî erka me ye. Ji ber ku êriş çand û dîrokan gelan dike hedef."

'Berxwedana HPG`ê rewa û pîroz e'
8 îlon, 2020   07:40
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk hebûna gelê Kurd û doza Kurdî li pêş projeyên xwe yên dagirkeriya hemû parçeyên Kurdistanê, astengiyeke mezin dibîne. Ji ber vê Tirkiye hewl dide destkeftiyên gel û projeya wan a demokratîk ku xwe dispêre fikrê neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, têk bibe.

Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji armancên êrişên li dijî herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ji 13`ê Hezîrana borî de berdewam in, ne cuda ne. Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike, parçeyên Kurdistanê ji hev qut bike û gelên li ser xaka Kurdistanê dijîn tune bike.

Dewleta dagirker bi van êrişên ku bingeha xwe ji fikr û zihniyeta wan a nîjadperest û şovenist digire, hebûna xwe di qirkirina gel û pêkhateyên herêmê de dibîne.

Îro, li herêmên Heftenîn û Xakurkê destanên lehengiyê li dijî êrişên hovane ên Tirkiyê tên nivîsandin. Dewleta Tirk planên xwe li ser erdê bi rêya êrişên hovane li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, lê belê ji ber berxwedana HPG`ê ew nagihêje armancên xwe.

XEYALÊN ERDOGAN ÊN VEJANDINA SERDEMA OSMANIYAN

Serokê partiya AKP`ê Erdogan bi êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ji nû ve serdema Osmaniyan ya bi komkujiyan dagirtî vegerîne. Li hemberî van êrişan hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe diparêzin. Erdogan roj bi roj di xeyalên xwe de xewnan dirêse.

Berpirsê Navenda Xabûrê a Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Ebdulqadir Ferhan daxuyand ku Erdogan hewl dide xewnên xwe bi rêya dagirkirina dewletên cîran, pêk bîne û got: "Kiryarên wî îşaretê pê dikin ku ew nexweşekî derûnî ye."

Ferhan dibêje ku berxwedana ku Hêzên Parastina Gel (HPG) li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li herêma Heftenînê nîşan dide "berxwedaneke rewa û pîroz e".

ÇAND Û DÎROKÊ DIKIN HEDEF

Dema ku dewleta dagirker a Tirk êrişî herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir, cihên dîrokî û navendên çandî kir hedef. Ferhan got: "Hedefgirtina cih û navendên dîrokî û çandî destpêkê, nîşan dide ku armanca van êrişan îmhakirina nasnameya gel û pêkhateyên herêmê ye."

Ferhan tekez kir ku piştgiriya berxwedana dîrokî ya parêzvanên Heftenînê, erkeke ku dikeve ser milê wan ku divê bi stran, helbest û şanoyên xwe nîşanî tevahî cîhanê bidin.

Berpirsê Navenda Xabûrê a Çand û Hunerê ya Hesekê Ebdulqadir Ferhan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin û her karê dikeve ser milê me, ji bo berxwedana Heftenînê em ê pêk bînin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rgzKWJRKm5g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>