Artêşa Lîbyayê 3 maşîneyên Wîfaqê rûxandin

Çavkaniyek ji artêşa Niştimanî ya Lîbyayê diyar kir, ji ber dijwariya derbeyên artêşê hêzên hikumeta Wîfaqê, endamên rejîma Tirk û çeteyên girêdayî wê ji herêma Wistayê vekişiyan.

Artêşa Lîbyayê 3 maşîneyên Wîfaqê rûxandin
7 îlon, 2020   19:38
QAHÎRE –EMANÎ EZAM

Çavkaniyekî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ji ANHA'yê re got: " Hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, komeke çete ku hewl dan bi pêş de biçe, kirin hedef. Di encamê de maşîneyên wan rûxandin û neçar man ku paş de vekişin."

Çavkanî destnîşan kir ku hêzên hikumeta Wîfaqê ya ku Tirkiyê desteka wê dike, hewl dan bi yekîneyên keşfê bi pêş de biçin û got, bersiva wan hate dayîn û 3 maşîneyên wan hatin hedefkirin.

Beriya niha Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî gotibû, artêşa niştimanî hertim ji bo aştî û ewlehiyê dixebite da ku xewna Lîbyayan ya dewletek bê teror pêk bîne.

Her wiha diyar kir ku şer ji qada leşkerî vediguhere qada diyalogan û bi bîr xist ku ji 8'ê Hezîranê ve li hemberî eniyan sekinî ye.