Li Minbicê şaneyek girêdayî hikumeta Sûriyê û Tirkiyê hatin girtin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şaneyek girêdayî hikumeta Sûriyê û MÎT’a Tirk ku hewl didan ewlehiya herêmê xirab bikin, girtin.

Li Minbicê şaneyek girêdayî hikumeta Sûriyê û Tirkiyê hatin girtin
7 îlon, 2020   13:10
MINBIC

Li gorî ku Navenda Çapemeniya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe ya fermî belav kiriye, Yekîneyên Antî Teror (YAT) ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştî şopandin û komkirina agahiyên li ser cihên şaneyên terorîst, gelek endamên şaneyê girtin.

Navendê destnîşan kir ku ev şane ji bo pêkanîna berjewendiyên hikumeta Sûriyê û MÎT’a Tirk dixebitin û hewl didin ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

Navendê da zanîn ku dê hûrgiliyên zêde bi rêya rêzexelekên dîmenê di demeke pêş de belav bikin.

(fr)

ANHA