​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 15 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 12 jî baş bûne.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
4 îlon, 2020   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn de 15 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 12 kes jî baş bûne. Kesên pê ketine ji van herêman in:

Hesekê: 3

Tibespiyê: 4

Dirbêsiyê: 1

Girkê Legê: 1

Dêrikê: 3

Kobanê: 1

Dêrazorê: 2

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa got 12 kesên bi vîrusê ketibûn di 24 saetên dawîn de jî, baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara giştî ya vîrusa koronayê gihaşt 624’an, jê 40 kes mirine û 158 baş bûne.

(fr)

ANHA