Di şerê li Cofê de bi dehan Hûsî hatin kuştin

Artêşa Yemenê îro ragihand ku di şerê li parêzgeha Cofê ya bakurê welat de, bi dehan milîsên Hûsiyan hatine kuştin.

Di şerê li Cofê de bi dehan Hûsî hatin kuştin
4 îlon, 2020   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda çapemeniyê ya hêzên çekdar ên Yemenê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku ji saetên sibehê ve li eniya El-Elem ya parêzgeha Cofê şerekî dijwar heye.

Navendê wiha domand: "Artêşê rêzeçiyayên Hiwêşan rizgar dikin, gelek alav û tîmên wê wêran kirin, cebilxane û çek desteser kirin."

Navendê destnîşan kir ku di encama şerê dijwar de bi dehan endamên milîsên Hûsî hatine kuştin û hinek jî dîl girtine.

Komên Hûsî di saetên borî de gelek êriş bi hewldana serweriya hin herêman pêk anîn, lê hêzên artêşê tevahî hewldan têk birin.

Balafirên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî, depoyên cebilxane, nuqte û cihên Hûsiyên girêdayî Îranê li rojhilatê Hezemê wêran kirin.

(fr)