Hêzên hikumeta Sûriyê asta topbarana xwe li dijî Hemayê zêde kir

Hêzên hikumeta Sûriyê îro li gel firîna balafirên Rûsyayê û yên dewleta Tirk li asîmanê bajarê Idlibê û başûrê gundewarên wê, bi dijwarî rojavayê Hemayê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Sûriyê asta topbarana xwe li dijî Hemayê zêde kir
4 îlon, 2020   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Sûriyê vê sibehê deverên ji herêmên Fatîra, Kinsafra, Sifohn û dora Bare yên çiyayê Zawiye û Ankawî li deşta Xabê li bakurê rojavayê Hemayê di dijwarî topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) vê sibehê ragihand ku firokeyên Rûsyayê û yên dewleta Tirk li ser bajarê Idlibê û başûrê gundewarên wê bi awayekî zêde digerin.

Girêdayî heman mijarê SOHR diyar kir ku gelek hêzên hikumeta Sûriyê di encama hedefgirtina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam eniyên gundewarên Idlibê de hatin kuştin.

(şx)