‘DAIŞ`ê di Tebaxê de li Iraqê zêdetirî 100 êriş pêk anîn’

Li gorî gelek raporan çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxê de li Iraqê zêdetirî 100 êriş pêk anîn. Ev jî metirsiyên vegera DAIŞ`ê zelaltir dikin.

‘DAIŞ`ê di Tebaxê de li Iraqê zêdetirî 100 êriş pêk anîn’
4 îlon, 2020   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fox News a Amerîkayê ku agahiyên xwe dispêre rapora Yekitiya Lêkolîn û Analîzên Terorê (TRAC) a ku duh weşandibû, di meha Tebaxê de şaneyên DAIŞ`ê li seranserê Iraqê zêdetirî 100 êriş pêk anîne. Di encamê de rêjeya êrişan ji sedî 25 zêdetirî meha Tîrmehê ye.

TRAC`ê piştrast kir ku herî zêde êriş li herêmên berî niha ji komên tundraw hatibûn rizgarkirin, pêk hatine.

Tevî ku ji beriya 3 salan ve DAIŞ li herêma Iraqê têk çûye, lê piştî vê raporê metirsiya vegera DAIŞ`ê li herêmê û li welatên cîhanê zêde bûye.

Li Sûriyê ya cîrana Iraqê, li bajarê Reqayê ku navenda xîlafeta wê bû, komên alîgirên DAIŞ`ê êrişên xwe yên kujer didomînin.

Yekşema borî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li nêzî herêma Deşîşa ya nêzî sînorê Iraqê, 4 şervanên wê şehîd xistine.

Piştî êrişê bi rojekê DAIŞ`ê berpirsyariya êrişa li El-Tuwayman a nêzî sînorê Iraqê girte ser xwe.

Hîn jî rêxistin li çolistana Sûriyê ku ji gundewarên rojhilatê Himisê heta sînorê Iraqê dirêj dike, heye û li dijî hêzên hikumetê êrişan pêk tînin.

Iraqê dawiya 2017`an binketina rêxistina tundraw ragihand, piştî şerên xwîndar ku zêdetirî 3 salan dom kirin. Lê hîn jî şaneyên DAIŞ`ê hene û dikarin li dijî hêzên ewlehiyê yên lli herêmên bakur û rojavayê welêt êrişan pêk bînin. Jixwe berî niha pispor û fermandarên leşkerî hişyarî da bûn ku binketina rêxistinê û rizgarkirina herêman ji bin kontola wê nayê wateyê tunekirina wê.

(eh)