​​​​​​​Dibistana Nimûr a taykwandoyê 22 madalye bi dest xistin

Dibistana Nimûr a Taykwandoyê di pêşbirka Tunisê ya taykwandoyê ya navneteweyî de online li dar ketiye, 22 madalye bi dest xistin.

​​​​​​​Dibistana Nimûr a taykwandoyê 22 madalye bi dest xistin
4 îlon, 2020   08:59
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Tîma taykwandoyê ya Dibistana Nirmûr a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li turnuvayê bû ku di 18`ê Tebaxê de destpê kiribû. Turnuva bi çavdêriya Yekitiya Afrîkayê ya Taykwandoyê û Komîteya Olîmpiyadê ya Tunisê û Yekitiya Taykwandoyê online li dar ket.

Turnuva wê her sal li dar bikeve. Îsal 19 tîm ji dewletên Rojhilata Navîn û Afrîkayê tev li turnuvayê bûn.

Di vê turnuvayê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dibistana Nimûr a Taykwandoyê tev li turnuvayê bû û 22 madalye bi dest xistin. Madalye wiha ne: Çîna A, madalyeyek zêr û yek zîv, 2 bronz. Çîna B, 5 zêr, 3 zîv û 10 bronz.

Dibistanê bi zêdetirî 20 lîstokvanan ji temenên cuda û ji gelek bajarên herêma Cizîrê tev li turnuvayê bû.

Dibistana Nirûm ji destpêka îsal ve tev li gelek çalakiyan bû û gelek xelat bi dest xistin, jê turnuvayên ku li Misir û Qudisê li dar ketine. Dibistan di 32 turnuvayên cîhanî û erebî de bû şampiyon, endamên wê li ser asta navneteweyî têne naskirin û gelek madalye û xelat bi dest xistine.

Dibistana Nimûr di 2019`an de di turnuvaya li Urdinê de ku li ser asta Rojhilata Navîn li dar ketiye, pileya yekemîn girt. Her wiha tîma Roj a jinan ji nav 21 dewletan bû ya yekemîn.

(şx)

ANHA