'Divê gelê herêmê ji fitneya ajanên îstixbaratên Tirkiyê û hikumeta Sûriyê baldar bin'

Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Pêşerojê ya Sûriya şaxê kantona Hesekê Salih Zewbei bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji hewldanên fitneyê baldar bin û bi pey planên li dijî herêmê nekevin.

'Divê gelê herêmê ji fitneya ajanên îstixbaratên Tirkiyê û hikumeta Sûriyê baldar bin'
4 îlon, 2020   00:23
HESEKÊ- HENAR ÎBRAHÎM- BASIL REŞÎD

Di demên dawîn de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan ajanên ku ji bo berjewendiyên ajande û îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Sûriyê kar dikin, derketin. Ew kes bi pereyan hatibûn xapandin û di nava pêkhateyên herêmê de hatibûn belavkirin.

Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk vê dawiyê bi dehan ajanên veşartî yên îstixbarata Tirkiyê û hikumeta Sûriyê girtin. Di mikurhatinên ajanan de ku ANHA'yê demeke berê belav kiribû, diyar bû ku w ajanan li beramberî  karê xwe yê bi Tirkiyê û hikumeta Sûriyê re pereyên zêde digirin.

'ARMANCA TIRKIYÊ Û HIKUMETA SÛRIYÊ DERXISTINA YE'

Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê kantona Hesekêk Salih Zewbei diyar kir ku ewlehî, parastin û fedekariyên ku QSD`ê pêk aniye li xweşiya Erdogan naçe, lewma şêwazên nû bi kar tîne.

Zewbei wiha dewam kir: "Ji wan şêwazan, sîxurkirina çeteyan û xistina wan nava gelê herêmê da ku zirarê bigihînin gelê Sûriyê û fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de derxînin."

Ji aliyekî din ve, hikumeta Sûriyê hewl dide yekrêziya pêkhateyên herêmê xerab bike û bi taybetî dixwaze projeya biratiya gelan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Zewbei di axaftina xwe de destnîşan kir ku bûyerên dawîn li herêmên Dêrazorê û Reqayê pêk hatine, armanc jê derxistina fitneyê di nava gelê Sûriyê de bû. Lê belê di gelek daxuyaniyên eşîran de rastî xuya bû.

Siyasetmedar guman dikin ku îstixbaratên Tirkiyê û Sûriyê ji bo derxistina fitneyê li herêmê, hevkariyê dikin. Ji ber ku herêm ewle û bi îstiqrar e, lewra dixwazin bi wan binpêkirinana ewlehî û îstiqrarê têk bibin.

'DIVÊ EM LI DIJÎ AJAN Û TALANKERAN YEK DEST BIN`

Zewbei daxuyand ku divê pêkhateyên herêmê li dijî ajanên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Sûriyê bisekinin, ji ber ku bi pereyan û gelek tiştên din tên xapandin. Zewbei wiha axaftina xwe domand: "Divê em li dijî van ajan û talankerên ku dixwazin fitneyê derxînin, yek dest bin. Ew xeteriyeke mezin li ser gel û civaka me çêdikin. Heke em li dijî wan nesekinin, dê encam xerab bin."

Zewbei di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li eşîrên Ereb kir ku ji fitneya ku ajan derdixin, baldar bin û bi pey planên Erdogan û planên îstixbaratî yên aliyên din nekevin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2ONCmbULgZc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>