El-Serac, wezîrê hundirîn vegerand kar

Hate ragihandin ku piştî navbeynkariya Tirkiyê, serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac, wezîrê hundirîn Fethî Paşa Axa vegerand kar.

El-Serac, wezîrê hundirîn vegerand kar
3 îlon, 2020   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fethî Paşa Axa ku ji kar hatibû sekinandin û li Tirkiyê bû, îro gihaşt avahiya hikumetê ya li Terablusê û rûniştina wî ya lêpirsîn pêk hat.

Li gorî nûçeya "Alarabiya", piştî rûniştina lêpirsînê, wezîrê karê hundirîn ê hikumeta Wîfaqê vegeriya ser kar.

27'ê Tebaxê Paşa Axa, gef li milîsên çekdar ên alîgirên El-Serac xwaribû ku di bûyera ku zirarê bide jiyana xwepêşanderan de, hêzê li dijî wan bikar bîne.

Piştî çend saetan ji daxuyaniya Paşa Axa bi çend saetan, El-Serac biryara dûrxistina wî ji kar da