Tunebûna pêşketina çandî ya ciwanan gefê li civakê dixwe

Yek ji astengiyên li pêş civakê, pirsgirêka lewazbûn anku tunebûna pêşketina çandî û têgihîştina ciwanan e. Ji ber ku ciwan faktorekî girîng ên avakirin û pêşxisitina civakê ne.

Tunebûna pêşketina çandî ya ciwanan gefê li civakê dixwe
4 îlon, 2020   01:16
KOBANÊ

Bûyerên ku ji beriya gelek salan ve li Sûriyê rû didin, bandor li beşên civakê bi giştî û li ciwanan bi taybetî kir.

Ji ber şerê li herêmê û gelek sedemên din, asta çandî ya ciwanan bi awayekî ber bi çav bi paş ket, ku ev yek ji bandorên neyênî yên sereke bû.

Tevî destkeftiyên di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin û derfetên vejandina ciwanan û çanda Kurdî jî, lê belê ji ber sedemên kesayetî û bandorên neyênî yên derve pêşketina ciwanan di vê derbarê de ne di asta tê xwestin de bû.

"ŞERÊ ŞOŞTINA MÊJÎ"

Endama Yekitiya Rewşenbîrên kantona Kobanê Zozan Mistefa El-Bozan wiha dibêje: "Çand roleke girîng di jiyana kesan de dilîze. Lê em di demên dawî de dibînin ku pêşketina çandî di nivşê nû de lewaze. Nexasim bi pêşketina rêbazên medyaya civakî re, ciwanên me demên xwe baş nanirxînin û digihîne wê astê ku nikarin demekê ji bo xwendina pirtûkan veqetînin."

Zozan ev yek bi "şerê şuştina mêjî" bi nav kir û tekez kir ku divê malbat rê li vê yekê bigirin û zarokên xwe li ser çanda wan a resen mezin bikin.

Zozan destnîşan kir ku erka hişyarkirin û zanakirina ciwanan dikeve ser milê rewşenbîrên Kurd jî, ku divê pêşengtiyê ji ciwanan bikin û agahiyan tenê ji xwe re nehêlin. Divê tiştên ew dizanin bi rêya panel, semîner, tora medyaya civakî û dezgehên çapemeniyê tiştên bi sûd û girîng bi ciwanan re parve bikin.

Zozanê wiha berdewam kir: "Bi vî awayî em rêya rast nîşanî wan bidin. Divê beriya her tiştî em çandê bi ciwanan rast bidin naskirin û hewl bidin ku ciwan ji çanda xwe hez bikin. Her wiha divê ji vê keraseta ku bê zanebûn tê de wenda dibin, rizgar bikin û nifşekî serkeftî ava bikin."

Ji bo teşwîqkirina ciwanan ji bo ku çanda xwe ya resen nas bikin, li herêmê gelek çalakiyên wekî pêşbirk, semîner û pêşangehên pirtûkan tên lidarxistin. Herî dawî jî li bajarê Kobanê di dawiya Tîrmeha borî de, pêşbirka Şehîd Viyan Amare ya kurteçîrokan, helbest û nivîsên bi zimanên Erebî û Kurdî hate lidarxistin û yên serkeftî hatin xelatkirin."

"EM BI XWE ARMANCÊN DIJMIN PÊK TÎNIN"

Endama Yekitiya Rewşenbîrên kantona Kobanê Zozan Mistefa El-Bozan bang li ciwanan kir ku demên xwe wenda nekin û berê xwe bidin navendên çandê, çanda xwe ya resen ku civak li ser vê bingehê hatiye damezrandin xwe bi pêş bixin û nûnertiya civaka xwe bikin.

Zozan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dijmin hewl dide serê me bi tiştên vala mijul bike. Em jî, ji ber ku baş lêpirsîn nakin, bêyî ku di ferqê de bin vê yekê qebûl dikin û li dijî xwe şerekî sar dikin û di encam de bê ku di ferqê de bin dikevin bin xizmeta dijmin. Lewra, divê haya me ji wan lîstokan hebe. Qonaxa heyî zehmet e, divê em li çanda xwe vegerin û girîngiyê bidin pêşxistina aliyê çandî û zanyarî."

"QIRKIRINA CIVAKEKÊ BI ÎMHAKIRINA ÇANDA WÊ CIVAKÊ DEST PÊ DIKE"

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê Dijwar Mûşîd jî dibêje ku asmîlasyon û qirkirina civakekê bi îmhakirina çanda wê civakê dest pê dike. Heke civakek çanda xwe wenda bike, bi demê re her tiştê xwe wenda dike û têk diçe.

Dijwar wiha got: "Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê çanda Kurdî di bin gefa qirkirina ji aliyê hikumeta Sûriyê ve, bû. Ji ber zilm û zordariya wê demê li dijî gelê Kurd, rewşenbîrên Kurd nikarîbûn bi zimanê Kurdî binivîsin an bixwînin. Di demên dawîn de li kêleka êrişên leşkerî bi rêya dezgehên çapemeniyê êrişên çandî pêk hatin û xwestin ku çanda me bi destê ciwanên me tune bikin."

Dijwar bang li ciwanan dike ku başî û xerabiya înternetê ji hev derxin û li tiştên bi sûd bigerin. Her wiha bernameyekê ji bo diyarkirina demên xwe deynin û demekê bidin xwendina pirtûkan û temaşekirina filman, da ku xwe bi rêxistin bikin. Lê belê divê bi filmên biyanî û lîstokvanên wan bandor nebin.  Dijwar wiha  got: "Dijmin armanc dike ku em bi pey çanda wî bikevin û çanda xwe ji bîr bikin. "

Dijwar di dawiya axaftina xwe bang li ciwanan kir ku "xwedî li çanda xwe derkevin, ji ber ku ew nifşên pêşerojê û pêşengên civakê ne."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku piştî destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê, ji bo firotin û belavkirina pirtûkan û bilindkirina asta çandî ya ciwanên kantonê gelek pirtûkxane hatin vekirin ku tê de pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hene.

XETERIYÊN DÛRKETINA JI ÇANDA RESEN

Girêdayî heman mijarê, endama Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê kantona Kobanê Rojîn Elî got: "Bikaranîna zêde ya torên înternetê, malperên tevna civakî û lîstokên eleketronîk a di demên dawî de, hişt ku ciwanên me hinekî dûrî çanda xwe bikevin û teşwîqî çanda civaka rojavayî bibin. Dema em girêdayî tiştên modern bibin û bi pey bikevin, bi vê yekê em ji çanda xwe dûr dikevin û nêzî çandên din dibin. Ev jî şêwazekî şerê taybet e ku di dema niha de li ser ciwanên me tê meşandin."

Rojîn wiha lê zêde kir: "Dema ku ciwan dûrî çanda xwe dikevin û nêzî çandên din dibin û bi modernîteya kapîtalîast bandor dibin, bi vê yekê ew li hemberî gefa madeyên hişbiriyê û hwd rû bi rû dimînin. Ji lewra, divê em bi hev re li dijî vê şerê sar bisekinin, ciwanan zana bikin û rêya rast di aliyê exlaq, çand, cil û aboriyê nîşanî wan bidin. Em hêvî dikin ku ciwanên me xwe bi pêş bixin û bi pey xwestekên dijmin nekevin."

Ciwanên PYD`ê şaxê kantona Kobanê di demên dawî de hewl didin klubekê bi navê "Kluba Berxwedan" vekin, da ku tê de tîmên ciwanan ên sporê û yên çandî beşdar bibin û asta wan a çandî bilind bibe.

Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo zanakirin û birêxistinkirin ciwanan, civîn, semîner û çalakiyên cuda li dar dixin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Mq1fMFFio3g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>