Berxwedana Heftenînê li Helebê hate silavkirin

Bi sedan şêniyên Helebê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kir.

Berxwedana Heftenînê li Helebê hate silavkirin
Berxwedana Heftenînê li Helebê hate silavkirin
Berxwedana Heftenînê li Helebê hate silavkirin
Berxwedana Heftenînê li Helebê hate silavkirin
Berxwedana Heftenînê li Helebê hate silavkirin
Berxwedana Heftenînê li Helebê hate silavkirin
3 îlon, 2020   18:49
HELEB

Bi pêşengtiya malbatên şehîdan, bi sedan şêniyên Helebê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana gerîlayan silav kir.

Meş ji ber hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir di nava kolanên sereke de geriya. Şêniyan pankartên wekî "Bi giyanê şehîdan wê berxwendana Heftenînê bi serkeve" vekir û diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê berz kirin.

Meş li qada Sebai Behrat a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Mûsa bi zimanê Kurdî û endama meclisê Şeyhan Şêxo bi zimanê Erebî axivin.

Di axaftinanan de girîngiya piştgiriya berxwedana HPG'ê ya li hemberê êrişên dewleta Tirk a dagirker hate destnîşankirin da ku rê li ber koçberî, wêrankirin û desteserkirinê were girtin.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan û domandina piştgiriya Tevgera Rizgariya Kurdistanê dan.

Di dawiya çalakiyê de diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana Heftenînê hatin berzkirin.

ANHA