​​​​​​​Li Efrînê 5 kesên bi temen hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh li Efrînê 5 sivîlên bi temen revandin.

​​​​​​​Li Efrînê 5 kesên bi temen hatin revandin
3 îlon, 2020   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê dane, çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh, 5 kesên bi temen bi tewana ku berê têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hene, revandin.

Rêxistinê navên kesên ku hatine revandin belge kirin: Neşet Xelîl Henan, Afir Qaziqlî Ehmo, Eseed Îbrahîm Murad, Mihemed Îbrahîm û Murad Xelîl.

Rêxistinê diyar kir ku kesên hatine revandin ji gundê Birîmca yê navçeya Malbatayê ne û got, piştî ku her yekî 800 lîreyên Tirkî dan hatin beredan.

ANHA