​​​​​​​Jinan bo boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

​​​​​​​Jinan bo boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn
3 îlon, 2020   18:23
REQA

Bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi dehan jinên meclisên herêmî yên herêma "Kesra Ferec" ya başûrê bajarê Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan Xaliya Kecwan daxuyanî xwend.

Xaliya bi navê jinên herêma Reqayê û bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got: "Cangoriyên azadiyê di oxira jiyaneke azad û bi rûmet de ji bo gelê me re yê ku ji ber rêxistina DAIŞ'ê azar kişandin, canê feda kir.

Piştî zilma 7 salan, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hebûna QSD'ê bûye sembola aştiya cîhanê. QSD'ê bi fedekariyên ku dane, bi taybet di aliyê mirovî û exlaqî de, ji cîhanê re îsbat kir ku hêza herî dilsoz e.

Bi saya exlaqê bilind ên di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de, ji deverên din ên Sûriyê şênî hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku hezkirin û aştiya rasteqîn bibînin. Ev dide diyarkirin ku projeyeke demokratîk rasteqîn heye, ku hemû pêkhate, ol û mezheb bê ferq û cudahî di nav xwe de digire.

Bi vê boneya mezin, em bang li dewlet, rêxistinên mafên mirovan dikin ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê vegerînin li xwediyê wê. Em hêvî dikin ku aştî li tevahî dewletên cîhanê pêk were."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nhq_2p6QH_8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>