​​​​​​​PYD'ê ya Lubnanê banga serbestberdana Ocalan kir

PYD'ê ya Lubnanê, bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û banga serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.

​​​​​​​PYD'ê ya Lubnanê banga serbestberdana Ocalan kir
3 îlon, 2020   16:40
BEYRÛT

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên Lubnanê bi boneya 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê hatin ba hev û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de banga serbestberdana "Sefîrê Aştiyê Ocalan" û hemû girtiyên siyasî hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Partiya Yekitiya Demokratîk a Lubnanê dibînin ku girtina sefîrê azadî, aştî û demokrasiyê birêz Abdulalh Ocalan li Tirkiyê li dijî rêgez û aştiya cîhanê ne. AKP'ê bi serkêşiya sûcdarê şer Erdogan bi binpêkirinên xwe yên li dijî xwediyê fikirê demokratîk Abdullah Ocalan û hevalên wê yên girtiyên siyasî rêzê ji pîvanên mirovî re nagire."

Her wiha hate diyarkirin ku mîmar û ronakbîr birêz Abdullah Ocalan sembola azadiyê ye "Projeya neteweya demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye rêya xilaskirina gelên bindest ên Rojhilata Navîn e."

PYD'ê ya Lubnanê di dawiya daxuyaniyê de got: "Em Partiya Yekitiya Demokratîk a Lubnanê, bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê bang li hemû rêxistinên hiqûqî, mirovî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bikevin tevgerê rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê û dewletên din berdin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B4b94Xg6OEE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>