​​​​​​​Dewleta Tirk herêma Biradostê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saetên êvarî de herêma Biradostê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê agir bi jîngeha herêmê ketiye.

​​​​​​​Dewleta Tirk herêma Biradostê bombebaran kir
3 îlon, 2020   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Roj Newsê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmî girtin, di saetên êvarî de balarfirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran dikin.

Çavkaniyan ragihandin ku devera Gewre Zîn ku devereke cihê koçerane ji aliyê balafiran ve hatiye bombekirin.

Ji ber bombebaranê şewata derket ku hîna dewam e.