Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlekî din revand

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sivîlê bi navê "Nûrî Nezmî Reşîd Ekaş" revand.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlekî din revand
3 îlon, 2020   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê didome.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, ragihand ku çeteyên navê "Polîsên Leşkerî" li xwe dikin ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 1'ê Îlonê sivîlê bi navê "Nûrî Nezmî Reşîd Ekaş" yê ji gundê Mosako yê navçeya Racoyê revand û birin cihekî ne diyar.

Rêxistinê diyar kir ku bavê Nezmî Reşîd Ekaş (73) di 25'ê Gulana borî de, di encama pevçûnê bi malbatên çeteyan re ku pezên xwe di nav zeviyên wî yên zeytûnan de diçêran de hate kuştin. Li gorî agahiyên rêxistinê, malbatan bi tundî êşkence li bavê Nezmî kir ku ji ber krîza dil yekser jiyana xwe ji dest dide.