Dewleta Tirk û çeteyên wê organên laşê zarokekî dizîn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, zarokek ji Serêkaniyê ku ji ber derbeya rojê nexweş kirbû, li nexweşxaneyên Tirkiyê organên laşê wî dizîn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê organên laşê zarokekî dizîn
3 îlon, 2020   16:23
HESEKÊ

Çavkaniyek taybet ji ANHA'yê re diyar kir ku, zarokê bi navê Mahir Subhî El-Ecûz (14) dema pezê xwe li gundê xwe yê Serêkaniyê diçêran ji ber germa zêde li ser hişê xwe çû.

Çavkanî destnîşan kir ku şêniyan, zarok rakirin nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Serêkaniyê, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bêyî ku sedeman diyar bike pêşwaziya zarok nekir û ew veguhest nexweşxaneyên Tirkiyê.

Çavkanî diyar kir ku dema zarok gihaşt nexweşxaneyên Tirkiyê, di destwerdana lezgîn de vegeriya ser hişê xwe û rewşa wî baş bû, lê tevî vê qebûl nekirin ji nexweşxaneyê were derxistin. Her wiha da zanîn ku piştî du rojan li nexweşxaneyê, bijîşkan agahî da bavê zarok ku pêwîstiya wî bi emeliyetê heye û sedem jî diyar nekir.

Li gorî çavkanî, bavê zarok qebûl nekir ku kurê xwe emeliyet bike ji ber ku rewşa wî baş e û pêwîst bi emeliyetê nîne, lê bijîşkan bi zorê ew derbasî odeya emeliyetê kir.

Çavkanî li ser zimanê bavê zarok, got "Piştî du saetan ji emeliyê agahî hat ku kurê wî jiyana xwe ji dest daye û cenaze rastî malbata wî ya li Serêkaniyê kirin."

Çavkanî destnîşan kir ku dema malbatê cenaze keşif dike, dibîne ku laşê zarok hatiye vekirin û endamên laşê wî hatine dizin û bi pembo hatiye dagirtin. Li ser vê bûyerê bavê zarok li ser hişê xwe diçe û rewşa wî niha nebaş e.

Ji kadroyên tenduristiyê yên berê yên nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê beriya ku were dagirkirin, Ehmed Ferhan destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nayên wesifandin û got, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî mirovahiyê û dijî zarokan pêk tînin ku li hemû qanûn û pîvanên navdewletî binpê dike.

Ferhan diyar kir ku Mahir El-Ecûz ne zarokê yekem e ku endamên laşê wî li nexweşxaneyên Tirkiyê têne dizîn û firotin, gelek bûyerên wisa hene, lê ji tirsa gefên çeteyên dewleta Tirk nayên eşkerkirin.

Ehmed Ferhan bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û rêxistinên parastina mafên zarokan kir ku bi lez destwerdanê bike, sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî rawestînin, dagirkeriya Tirk ji herêmê derxîne û kesên bazirganiya mirovan dike muhasebe bikin.

ANHA