Ji Şaredariya Gel Helebê tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna koronayê

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) gelek tedbîr girtin.

Ji Şaredariya Gel Helebê tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna koronayê
Ji Şaredariya Gel Helebê tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna koronayê
Ji Şaredariya Gel Helebê tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna koronayê
Ji Şaredariya Gel Helebê tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna koronayê
Ji Şaredariya Gel Helebê tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna koronayê
Ji Şaredariya Gel Helebê tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna koronayê
Ji Şaredariya Gel Helebê tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna koronayê
3 îlon, 2020   14:24
HELEB- HENAN MIHEMED

Şaredariya Gel, kolên sereke û yên şaxê, taybet cihên bi qarbalex û sûkên girtî dezenfekte kirin.

Xebatên dezenfektekirinê ji taxa Benî Zeyd û Eşrefiyê dest pê kir ta beşê rojavayê taxê Şêxmeqsûd û Marûf dewam kirin.

Li ser mijarê, hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatima Heyder destnîşan kir  ku tedbîrên ku şaredariya girtine ji bo parastina ji nexweşiyên mîna korona û laşmanyayê ye û got: "Bi rêya alavan me dermanên mêş û mûran reşandin, kolanên sereke, bi taybet yên pir qarbalex dezenfekte kirin. Kolnên şaxî jî bi destan ji aliyê karkerên şaredariyê ve tên dezenfektekirin."

Fatima diyar kir ku xebatên dezenfektekirin û reşandina dermananê meş û mûran berdewam in û bang li şêniyên kir ku tedbîrên xweparastinê ji koroanyê bi cih bînin, "Mask û lepikan li xwe bikin, kom nebin û cihên paqijiya kolanan dîqet bikin."

ANHA