Alîkariyên tenduristiyê radestî Hevya Sor a Kurd hate kirin

Ji Başûrê Kurdistanê miqdarek derman û alîkariyên tibî di dergeha Sîmalkayê re radestî Heyva Sor a Kurd hate kirin.

Alîkariyên tenduristiyê radestî Hevya Sor a Kurd hate kirin
Alîkariyên tenduristiyê radestî Hevya Sor a Kurd hate kirin
Alîkariyên tenduristiyê radestî Hevya Sor a Kurd hate kirin
Alîkariyên tenduristiyê radestî Hevya Sor a Kurd hate kirin
Alîkariyên tenduristiyê radestî Hevya Sor a Kurd hate kirin
Alîkariyên tenduristiyê radestî Hevya Sor a Kurd hate kirin
Alîkariyên tenduristiyê radestî Hevya Sor a Kurd hate kirin
3 îlon, 2020   13:20
QAMIŞLO

Beriya kêliyekê ton û nîvek derman û alîkariyên tibî di dergeha Sîmalkayê re derbasî Rojava bû û ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hate wergirtin.

Alîkariyên tibî ji 8 cureyên dermanan ji wan"Dermanên hesasiyetê yên ji bo zarokan û mezinan, dermanên îltîhabê, nuqteyên çavan û hebên êşbirê" pêk tê.

Têkildarî wergirtina dermanan, Hevserokê Heyva Sor a Kurd a herêma Rojhilat (Şerqiyê) Ehmed Şêxmûs ji  ANHA`yê axivî û got ku miqdarê dermanên ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûye ji dermanên iltîhabê û dermanên êşbirê pêk tên.

Ehmed Şêxmûs got ku ev derman dê li navendên Heyva Sor a Kurd ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û navendên tenduristiyê yên pêwîstiya wan bi derman hebe, werin belavkirin.

(eh)

ANHA